Rêwiyekî têkoşîna bê dawî: Denîz Yuksel

Gerîlayê HPG'ê Denîz Yuksel ê li Hezroyê şehîd bû, bi kesayetiya xwe ya bi biryar û xwedî berpirsyarî, cihê xwe di hiş û dilê mirovan de girt.

Gerîlayê HPG'ê Denîz Yuksel (Hakî Şiyar) ku 3'ê Îlonê li navçeya Hezro ya Amedê ji ber êrîşa hewayî şehîd bû, 5'ê Îlonê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hate veşartin. Yuksel ku sala 1986'an li gundê Zonê yê navenda Mêrdînê ji dayik bû, mîna gelek ciwanên Kurd gelek zext û zorî dît.

Yuksel tevî vê yekê jî xwendina xwe ya lîseyê qedand û demeke dirêj di nava partiyên siyasî yên Kurd de karê ciwanan kir. Di emrê xwe yê 22 salî de ji ber çalakiyeke ku tevlî bû hate girtin. Destpêkê ew birin Girtîgeha Mêrdînê û 6 salan li girtîgehên Amed, Dêrik û Rihayê hate hiştin. Yuksel dema ku li girtîgehê bû xwest di asta lîsansê de perwerdeya xwe biqedîne û ji Fakulteya Hîndekariya Vekirî ji beşa Sosyolojiyê mezûn bû.

KESEKÎ BI BIRYAR Û XWEDÎ BERPIRSYARÎ BÛ

Yuksel piştî ku ji girtîgehê derket, cihê xwe di nava karên siyasî yên Partiya Civaka Demokratîk (DTP) û Partiya Aştî û Demokrariyê (BDP) de girt. Gelek caran hate destgîrkirin û zextên giran lê hate kirin. Yuksel ji mirovên li derdora xwe re got, "Jiyan, kesayetî û paşeroja min ji bo xizmeta ji civakê re ye" û bi vî rengî berê xwe da çiyê. Yuksel Sibata 2011'an biryar da tevlî nava refên PKK'ê bibe û dest bi gerîlatiyê kir.

Yuksel ku demeke dirêj têkoşiya, piştî ku şehîd ket li Goristana Xerabilmê ya taxa Medya ya Qoserê hate veşartin. Weke mirovekî "Bi biryar, xwedî berpirsyarî, zindî, çêker û erênî" dihate naskirin.

Malbata Yuksel ji bo wî got, "Sohbeta pê re timî xweş û taybet bû" û wiha dewam kir: "Bi biryar bû. Ji zarokatiya xwe ve dema dixwest tiştekî bike, teqez dikir. Neheqî û neçareserî ti carî qebûl nedikir. Eger pirsgirêkek hebûya, ji bo wî çareserî jî hebû. Diçû li çareseriyê digeriya û didît. Jiyana xwe li gorî vê yekê ava dikir. Heta dawiyê dilsozê gelê Kurd û sosyalîzmê bû. Li gorî wî, manewiyata herî mezin lêgerîn bû."

GOTINA WÎ YA KU JI BÎR NAÇE: MEŞA MIN NAQEDE

Hevalên wî yên li taxa Berçemê ji bo wî gotin, "Ew xwedî sekneke bi biryar bû. Bi biryardarî jiya. Timî digot ku wê dest ji têkoşînê bernede û dest jê berneda. Jiyan û mirina wî, asta biryardariya wî radixe pêş çavan."

Gotineke Yuksel ku ji bîra mirovan naçe, daxwaz û biryardariya wî ya têkoşînê nîşan dide. Birayê wî Îdrîs Yuksel diyar kir ku Yuksel xwedî nêrîneke enternasyonal bû û got, "Timî digot, 'eger têkoşîna min a li vir biqede, ez ê biçim li Fîlîstînê têbikoşim. Eger a li wir biqede ez ê biçim Afrîkayê, piştre biçim cihekî din. Jib er vê yekê ev meşa min naqede."