Rêveberiya Xweser a Şengalê bang kir: Li warê xwe vegerin, pîlanan têk bibin

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi rengekî awarte civiya, dîwarê li Şengalê tê lêkirin, zexta li Şengaliyên li kampan nirxand û bang li xelkê Şengalê yên koçber bûne kir ku li warê xwe vegerin û pîlanên li ser Şengalê bi vî rengî têk bibin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê li ser zêdebûna zext û zordariyên li ser Şengalê, her wiha lêkirina dîwarê navbera Şengalê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, bi rengekî awarte civiya.

Piştî civînê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin.

Cîgirê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Şengalê Azad Hisên daxuyanî da û bi bîr xist ku ev demeke zextên cûrbecûr li civaka Êzidî bi taybetî jî li xelkê Şengalê tê kirin.

Azad Hisên diyar kir ku haya civaka wan ji hemû zext û zordariyê heye û got, "Gelek ji wan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û hevalbendiya PDK'ê gelek zext li ser civaka Êzidî û xelkê Şengalê tê kirin.

Yek ji wan zext û zordariyan ew e ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK'ê dixwaze gelek êrişan bibe ser wan kesên di fermanê de, di zor û zehmetiyê de bi Êzidiyan ve hatin bikin."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

ASTENGIYA PDK'Ê YA LI PÊŞIYA VEGERA ŞENGALIYÊN LI KAMPAN

"Ji aliyê din ve jî her roj em dibînin ku êrişên cûrbecûr li ser xelkê me yê kampan dikin ên ku di nava şert û mercên giran ên koçberiyê de ne. Her roj konên wan têne şewitandin, PDK jî nahêle ew xelk vegere ser mal û milkên xwe, vegerin ser axa xwe, vegerin ser welatê xwe. PDK bi hemû şêweyan dibe rêgir li pêşiya civaka me ya Êzidî. Em bang li civaka xwe dikin ku ji xewna PDK li wan ferz dike hişyar bin. Vegere ser warê xwe, welatê xwe ava bikin.

DÎWARÊ DI NAVBERA ŞENGALÊ Û ROJAVA DE TÊ LÊKIRIN

Wekî din, ev demeke hikumeta Iraqê bi hevkariya PDK û dewleta Tirk dixwaze sînorekî di navbera me û Rojavayê Kurdistanê de çêbike. Bi rêya vî sînorî dewleta Tirk dixwaze nefesa navbera Êzidiyan û Rojavayê Kurdistanê qut bike. Bila hikumeta Iraqê li deverên ku xeteriya DAÎŞ'ê heye parastina xwe bike. Yek DAÎŞ'iyek jî ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Şengalê nebûye.

'ŞENGAL LI IRAQÊ CIHÊ HERÎ ARAM E'

Cihê herî aram li Iraqê Şengal e. Em careke din bang li miletê xwe yê Êzidî dikin ku hişyar bin, vegerin ser axa xwe, welatê xwe.

ÇARŞEMA SERÊ NÎSANÊ

Çarşema Serê Nîsanê wê îsal li Geliyê Kersê bê pîrozkirin. Em bang li miletê xwe dikin ku bên em vê rojê bi hev re pîroz bikin."