Rêveberiya girtîgehê zêdegaviyê dike û dîl digire

Piştî ku DMME têkildarî zarokên ku weke 'zarokên kevir avêtin' tê naskirin li dijî Tirkiyeyê biryar da, Ferît Gulcu li dadgehê beraat kir. Lê belê rêveberiya girtîgehê bi zêdegaviyê Gulcu dîl digire.

Di doza Ferît Gulcu de, ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Tirkiye mehkûm kir, bûyereke girîng qewimî. Li ser biryara DMME, Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Amedê dosya ji nû ve nirxand û biryara beraatê da.

GELEK ZAROK HATIBÛN GIRTIN

Parêzer Gulcu Mûharrem Şahîn diyar kir, ku bi îdîaya heman 'sûcî' gelek zarok hatin girtin û ev biryara bi hincet dikare bibe mînak ji bo berata hemû zarokan.

Şahîn bibîr xist, gelek zarok di civîn, meş û xwepêşandanan de hatin binçavkirin û anî ziman, di serî de li Amedê li gelek bajar û navçeyan bi sedan zarok hatin girtin û beşkee ji van zarokan demeke dirêj di girtîgehê de man. Şahîn ragihand, mîna muwekîlê wê bi sedan zarok hatin mexdûrkirin û got, "Ceza li muwekîlê min hate birîn û me serî li Dadgeha Bilind dan. Piştre ceza zelal bû. Di nava vê demê de me serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê da bûn. Piştre DMME biryar da ku maf hatiye binpêkirin. Tirkiye hate mehkûmkirin."

YEK JI KÊM BIRYARÊN TÊ DAYIN E

Şahîn bibîr xist, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar daye, ku nabe zarok ji ber 'sûcê' tê îdîakirin werin darizandin û wiha dewam ikr: "Biryar da ku karê hatiye kirin karekî rêxistinbûyînê ye, bi hinceta ewlekariya dewletê nabe ku mirov ji ber vê yekê werin darizandin. Berê jî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê gelek biryar da bû, lê bi giranî biryar li ser mafê darizandina wekhev û binpêkirina mafê jiyana taybet bû. Biryara niha hatiye dayin yek ji biryarên girîng e ku kêm caran tê dayin."

Parêzer Şahîn diyar kir, di çarçoveya biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de wan serî li dadgeha herêmî dane û dadgehê jî di çarçoveya biryara DMME de biryara beraatê daye.

RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ WÎ DÎL DIGIRE

Şahîn destnîşan kir, ku diviyabû Ferît Gulcu niha ji girtîgehê bihata berdan, lê belê ji ber cezayê dîsîplînê yê li girtîgehê, bi bahaneya 'ne di rewşa baş de ye' ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nayê berdan.

Şahîn got, "Erka bisînorkirina azadiya mirovekî tenê di destê dadgehan de ye. Bi biryarên îdarî nabe ku azadiya mirovan bê bisînorkirin. Hinceta xwe çi dibe bila bibe, bi erkên îdarî nabe ku mirovan li girtîgehê bigirin. Ev yek binpêkirina azadiya mirovan a bi rengekî kêfî ye. Lazim e bê berdan."

BIRYARA MÎNAK E

Parêzer Şahîn anî ziman, piştî ku ev biryar di çapemeniye de hate weşandin, gelek zarokên ji ber heman sedeman li girtîgehên gelek bajaran girtî ne, serî li wî dane û daxwaza alîkariya hiqûqî kirine. Şahîn got, "Gelek hevalên min ên parêzer jî ev biryara mînak a DMME xwestin. Serî li dadgehan didin. Ji ber vê yekê hemû hikumxwarên li girtîgehan jî name şandin. Bi dîtina me, em gihîştin encama dihate xwestin."

YÊN LI GIRTÎGEHÊ MAN E DIKARIN SERÎ LÊ BIDIN

Şahîn diyar kir, piştî vê biryara mînak, kesên ceza xwarine, cezayê xwe zelal bûye, yan jî li girtîgehê mane, ji bo ji nû ve darizandinê û tazmînatê dikarin dozê vekin û got, "Dadgeh wê du tiştan bikin. Dikarin red bikin, ku red kir prosedura normal wê pêk were, doz biçe ber destê Dadgeha Bilind û Dadgeha Destûra Bingehîn. Weke alternatîfa duyemîn wê biçe ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Di vê rewşê de wê karibin hemû mafên xwe bixwazin."