Rêveberiya Başûr gotinek neanî ser TC ya ku komkujî kirî

Rêveberiya Başûr di daxuyaniya têkilî komkujiya dewleta Tirk de ne komkuj lê PKK sucdar kir.

Rêveberiya Başûr têkilî komkujiya dewleta Tirk a li Gonîşe û Kortekê ya ba balafirên şer ên Tirk daxuyanî da. Di daxuyaniyê de gotinek li dijî dewleta Tirk a komkuj nehate kirin lê ji komkuijiyê PKK berpirs hate dîtin.

Di daxuyaniya têkilî komkujiyê de ti rexneyek jî li dewleta Tirk nehatiye kirin lê PKK hatiye tawanbarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê, ''Ji ber bombebarana li ser herêmên sînor ku bûne sedema qurbaniya welatiyên siivîl gelek xemgîn û bi fikar e. Ji ber vê sedemê em serweşiyê didine malbat û xizmên ku jiyana xwe ji dest dane. Ji ber ku endamên PKK'ê bi rengekî bêperwa diçine nav gundan û jîgehan, li ser jiyana welatiyên me yên herêmê rîskê çêdike û her wiha ev dibe sedem ku mriov li welatê xwe jî venegerin.''

Bi berdewamî di daxuyaniyê de hate gotin, hikûmeta Herêma Kurdistanê wê ''destûrê nede ku sînor li dijî ewlehiya welatên cîran mîna hêmana geflêxwarinê were bikaranîn. Ji ber ku, ji ber van êrîşan ziyan digihe ser welatiyên me. Divê qadên jîgehê nebin hawîrdora bombebaran û şer, her wiha endamên PKK'ê jî divê ji gundan dûr bikeve û li ser jiyana sivîlan talokeyê çêneke. Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê, têkilî bombebara ku van rojên bihurî fikarên xwe ji bo Tirkiyê ragihandine, hatiya ragihandin ku ev rewş neyê dubarekirin.''