Rêveberê KCD'ê Farîsogûllari hate binçavkirin
Polîsên Tirk avêtin ser mala endamê Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Mûsa Farîsogûllari ya li Amedê û ew binçav kirin.
Polîsên Tirk avêtin ser mala endamê Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Mûsa Farîsogûllari ya li Amedê û ew binçav kirin.
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, hêzên çekdar ên dewleta Tirk danê vê sibehê avêtin ser mala endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCD'ê Mûsa Farîsogûllari. Farîsogûllari li mala xwe hate binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.
Wekî din, li Amedê di serdegirtina malan de welatiyên bi navê Savaş Încî (27) û Îrfan Încî jî hatin binçavkirin.