Reqsa gerîla ya Siya Çiya

Xezala ku hê biçûk bû ji ber êrîşa balafirên şer ji keriyê xwe qut bû û li gerîla rast hat, êdî hevrê û nasmayeke xwe heye; Siya Çiya.

Gelo kîjan gotin dikare ewqas bedewiyê li hev bicivîne? Kîjan pênûs dikare bi hevokan bixemilîne? PKK çima xwedî bedewiyeke bêdawî ye û ewqasî bêhempa ye? Ya ku wan di vê astê de bi hev ve girê dide, gelo ev rewşa bêhempa ye?

Xweza xwe di nava her zindiyekî de bi rengekî cuda nîşan dide. Dema ku rewşa efsûnî ya ku van zindiyan digihîne hev dibînim, matmayî dimînim. Bi xwezayê re ewqasî bûne yek, mirovan dike heyranê hezkirina xwe. Tevî şert û mercên giran û dijwariya şer jî, divê ev yekbûn bê vegotin.

XWE LI BAYÊ ÇIYÊ GIRTIYE

Weke reqskerên li nava kolanan dîtine. Bi ya we, gelo ne balkêş in? Ya rast, ev balkêşiya wan, wê cewhera asî ya wan derdixîne holê. Hevgirtina civakî bi reqsa xwe nîşanî didin û bi vî rengî mirovan dikin heyranê xwe. Min jî gelek bedewî dît, ku bi her awayî bandor li min kir. Ya ku min dît, ne reqsa du mirovan bû. Yekbûna hezkirina du zindiyên cuda bû, ku xwe li bayê çiyê girtine.

BI AHENGÎ DIREQISIN

Xezal li cihên ku kes nikarin xwe bigihînin dijîn. Çavên min li nêrîna xezalekê û ya gerîlayekê dikeve, ku li hev dinerin. Gerîla mîna ku li hevrêyeke xwe binere li vê bedewiyê dinerî. Gerîlayekr din jî bi xezala çiyayên serhildêr re direqisî. Bi ahengiyeke welê direqisîn, di wir de mirov hevgirtin, eşq, hezkirin û dilsozî didît. Min xwe wêneyê vê bedewiyê bikişînim û par ve bikim.

PIŞTÎ ÊRÎŞÊN BI BALAFIRÊN ŞER

Ev xezal bê nasname nîne. Nav û paşnavekî xwe heye; Siya Çiya. Hûn ê niha bipirsin, gelo siya çiya çêdibe? Bi ya min dibe. Ev bedewiya mezin a çiyê bi rengekî bêhempa bandora xwe dike. Siya ji ber êrîşên bi balafirên şer zerarê dibîne û hê çêlik e ji keriyê xwe qut dibe. Gerîla Siya dibîne û dest bi xwedîkirina wê dike. Tevî ku kovî ye, li pey hezkirina gerÎl adikeve û qet ji van gerîlayên ew xwedî kirine qut nabe. Bi hesta dayik-arokekî her tiştî hîn dibe û pêk tîne.

GERÎLA HEZKIRINA XWE YA JIYANÊ PAR VE DIKE

Gerîla Rêdûr Mêrdîn, sala 2010'an tevlî nava refên PKK'ê bû. Hezkirina li çavên gerîla Rêdûr bi her awayî li dilê wê neqişî bû. Ev hezkirin di çavên Rêdûr de dihate dîtin. Gerîla vê hezkirina xwe ya li jiyanê bi heywanan û xwezayê ji dil par ve dike. Navê hestê vê gerîla bi dilê bedew, Kejê ye. Gerîla tevî ku li çeperên herî pêş in jî hespê xwe xwedî dike. Li vê derê min dît ku gerîla xwedî dilekî gelekî mezin e ku hezkirina xwe dikare bi her kesî re par ve bike.