BI DÎMEN

Reqa li hemanan e, kêm ma ye dor lê bê girtin

QSD'ê da xuyakirin, ku şervanên Pêngava Xezeba Firatê dor rêya Reqa-Dêra Zorê girtine û kêm ma ye dor li navenda Reqayê bê girtin.

Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê, li ser rewşa dawî ya qonaxa sêyemîn a Pêngava Xezeba Firatê civîneke çapemeniyê lidar xist. Di civînê de hat ragihandin, şervan ji bo dorê li derdora Reqayê bigirin berê xwe dane du girên stratejîk û bi pêş ve diçin.

Daxuyanî ji aliyê yek ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Dilbirîn Kobanê ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Şervanên Xezeba Firatê, piştî ku rêya Reqa-Dêra Zorê girtin, berê xwe dan qenala avê ya li dora Reqayê û ev der jî kontrol kirine."

Dilbirîn Kobanê da zanîn, ku şervanên wan ji bo dorê li Reqayê bigirin berê xwe dane du girên girîng û got, "Piştî ku her du gir ji çeteyan hatin rizgarkirin, wê Reqa bi temamî hatibe dorpêçkirin."

Li ser ewlekariya sivîlên li Reqayê jî Dilbirîn Kobanê ev hişyarî da: "Ji bo şêniyên Reqayê zerarê ji şer nebînin, girîng e xwe ji cih û baregehên çeteyên DAIŞ'ê vegirin. Hêzên me bi moraleke mezin her bi pêş ve diçin. Em amade ne temamiya axa Sûriyeyê rizgar bikin."