Rejîma Îranê welatiyê ku bazirganiya li ser sînor dikir, kuşt.

Polîsên Îranê Kurdê bi navê Mihemed Bakir Qeytûlî yê ku li bajarê Selas Bawecaniyê bazirganiya sînor dikir, kuşt.

Polîsên Îranê li Selas Bawecanî yê bi ser eyaleta Kirmanşanê yê Rojhilat kesekî ku bazirganiya li ser sînor dikir, kuşt.

Li gor agahiyan polîsên Îranê 7’ê Tebaxê li gundê Kanî Danyal a Selas Bawecaniyê li wesayiteke welatiyekî bi navê Mihemd Bakir Qeytûlî reşand.

Li gorî agahiyên Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, Qeytûlî yê ku di êrîşê de bi giranî birîndar bû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Diyar bû ku Qeytûlî li ser sînor bazirganî dikir û di wesayita wî de qumaş hebûye.

Hate gotin ku Qeytûlî yê ku li ser nifûsa Paweyê bû, li bajarê Selasê dijiyan, zewicî û xwedî zarok bû.
Rejîma Îranê êrîşên xwe yên li ser kolber û kesîpkaran zêde kiriye û di van du heftiyên dawî de 3 kolber kuştin û 3 jî birîndar kirin.