Balafirên şer bombe li çiyayê Asosê barandin -NÛ BÛ

Li çiyayê Asosê ku di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de ye, bi balafirên şer êrîş hate kirin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku herêm ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatiye bombekirin.

Çiyayê Asosê yê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, danê sibehê saet di 10:00 de bi balafirên şer hate bombekirin.

Hat ragihandin, êrîş ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve hatiye kirin. Balafirên şer ên Tirk roja 4'ê Mijdarê jî bombe li heman herêmê barandibûn. Tê gotin, bomberdûman bi koordînatên ku Îranê daye artêşa Tirk hatiye kirin.

Çiyayê Asosê li bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê û Şarbajarê wîlayeta Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ye.

Wekî din, hin çavkaniyên herêmî yên li Başûrê Kurdistanê ragihandin ku Îranê jî top avêtiye herêmê. Lê piştre derket holê ku bomberdûman ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatiye kirin.