Rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê 4 Kurd binçav kirin

Hêzên rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê yek jê jin 4 Kurd binçav kirin.

Hêzên rejîma Îranê li eyaleta Ûrmiyê, li bajarê Tîkapê û li eyaleta Sinê li bajarê Banê bi ser malên Kurdan de girtin û yek jê jin 4 Kurd binçav kirin.

Li gorî agahiyên Komeleya Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê îstîxbarata Îranê (Îtlaat) 15'ê Tebaxê li gundê Ehmedava a Tîkapê 3 Kurd biçav kirin. Agahî ji Behzad Beraderan, Hemîd Sebzî û Saman Sebzî nayê, ku ev 8 roj in hatine binçavkirin.

Xizmên kesên ku hatin binçavkirin diyar kirin ku hêzê rejîmê ti agahî nedane wan bê ka bi çi hincetê ew binçav kirine û birine kû derê.

Hêzên Îtlaatê 21'ê Tebaxê li Banê jineke bi navê Sara Rustemî (28) binçav kirin. Nayê zanîn bê ka Rustemî ji bo çi hatiye binçavkirin û ew birine kûderê.