Rejîma Îranê li Banê kolberekî Kurd kuşt

Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê bajarê Banê, kolberê Kurd ê bi navê Hadî Emînî kuşt.

Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê koçberekî Kurd (kesê ku di berdêla mûçeyekî de li ser sînor bar hildigire) kuştin.

Li gorî agahiyan, li ser sînorê bajarê Banê yê wîlayeta Sinê, kolberê Kurd duh êvarê bû hedefa êrîşa hêzên rejîmê. Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand, kolberê hate kuştin Hadî Emînî yê 26 salî ye ku ji gundê Beyanderan ê bajarê Banê ye.

Rejîma Îranê ku kuştina Kurdan li ser sînor kiriye polîtîkaya dewletê, di nava du hefteyên bihurî de li Serdeşt û Ûrmiyê du kolber kuştibû.

Piştî ku meha Îlonê du kolberên Kurd hatin kuştin, çalakiyan dest pê kiribûn û li tevahiya Rojhilatê Kurdistanê belav bûbûn.