Rejîma Îranê Kurdek din jî qetil kir

Rejîma Îranê ya ku dixwaze gelê Rojhilat bi birsîbûnê terbiye bike, Kurdê ku li ser sînor bazirganiyê dike qetil kir.

Rejîma Îranê ya ku dixwaze gelê Rojhilatê Kurdistanê bi birsîbûnê terbiye bike, 22’yê Hezîranê Kurdeke ku li ser sînorê Rojhilat û Bakur bazirganî dikir qetil kir.

Li gorî agahiyên Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê dayî, welatiyê bi navê Mûrad Arabî (32) salî yê ji Rojhilatê Kurdistanê ku ji Gundê Ebne yê girêdayî Ûrmiyeyê ye, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li ser sînorê Rojhilat-Bakur hatiye qetilkirin. Hat diyarkirin ku Arabî hevjînbûye û xwediyê 2 zarokane.

Rejîma Îranê hefteya bihurî li ser sînorê Serdeştê Kolberê bi navê Sîrwan Ezîzî qetil kiribû.