Rejîma Îranê di navbeyna Mako û Çaldêranê de 6 Kurd binçav kirin

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê diyar kir ku hêzên rejîma Îranê di navbeynda Mako û Çaldêranê de 6 Kurd binçan kirine.

Li gorî rapora li ser malpera Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê hat weşandin, hêzên Îranê beriya bi çend rojan li navçeyên Mako û Çaldêran ên Urmiyê bi ser malên Kurdan de girtine û herî kêm 6 Kurd bi hinceta endamtî û alîkariya partiyeke Rojhilatê Kurdistanê, desteser kirine û ew şandine girtîgeha Makoyê.

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihandi ku di dema serdegirtina malên Kurdan de kesên hatine girtin rastî êşkenceyê hatine.

Nasnameya kesên hatine girtin wiha ye; Behmed Birûkî, Mihemed Xelîl, Kemal Heydanlu, Xalis Heydanlu, Idris Heydanlu û Xezenfer Heydanlu.

Şeva 3'yê Mijdarê li navçeya Çaldêranê endamên partiyeke Rojhilatê Kurdistanê li hember pasdarên Îranê yên li ser sînor çalakiyek li dar xistibûn û di encamê de 8 pasdar hatibûn kuştin.

Piştî vê çalakiyê hêzên rejîma Îranê li wê herêmê dest bi serdegirtina malan kirin û heya niha gelek kes girtine.

Dîsa berî niha bi çend rojan jî li Çaldêranê ji aliyê hêzên Îranê ve 3 kes hatibûn desteserkirin.

Heya niha ti partiyeke Rojhilatê Kurdistanê li ser van bûyeran daxuyanî nedaye.