Rejîma Îranê ciwanê Kurd Penahî bi darve dike

Înfaza girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî ku  cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, bi rengekî demî hatibû rawestandin. Rejîma Îranê ragihand ku Penahî wê piştî meha Remezanê were darvekirin.

Li gorî daxuyaniya Kampanyaya Parastina Zindaniyên Siyasî û Medenî, rejîma Îranê biryar daye piştî meha Remezanê ciwanê Kurd ê bi navê Hisên Ramîn Penahî bi darve bike.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Berpirsyarên zindana navenda Sine roja Şemiyê ya bihurî biryara darvekirinê ji bo Ramîn ragihandine. Ramîn Penahî ji bo me diyar kir ku berpirsyarên zindanê ji wî re gotine, ewê piştî meha Remezanî wî bi darve bikin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Berpirsyarên zindana Sine ji bo Ramîn gotine hemû karên yasayî yên ji bo darvekirina wî temam bûne. Tenê ji ber meha Remezanê biryar hatiye rawestandin. Her wiha jê re gotine ku ti zextek navdewletî û saziyên mafên mirovan nikarin pêşî li biryarê bigirin û wê biryara darvekirinê bi cih bînin."

Ramîn Hisên Penahî girtiyek siyasî yê Kurd e û xelkê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Ramîn par ji aliyê hêzên Îranê ve hate girtin. Piştre Dadgeha Şoreşa Îslamî bi tewanbariya 'şerê li gel hikûmeta Îslamê' kiriye, cezayê darvekirinê lê birî bû.