Rejîma Îranê 4 Kurd bidarvekirin

Li bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê 4 girtiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatin bidarvekirin.

Tevî hemû nerazîbûnên navnetewî rejîma Îranê li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê 4 girtiyên Kurd ên bi îdîaya kuştina bi zanebûn bidarvekir.

Li gorî Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê her çar kes vê sibehê li Girtîgeha Ûrmiyê şandine hucreyên yek kesî û piştre hatine darvekirin.

Li gorî agahiyên Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê dane, navên kesên hatine darvekirin wiha ne, Tayib Şêx Nijad Mukrî ji Pîranşarê û niştecihê Şino, Qadir Mihemed Hesen ji Bokanê, Îslam Reşîdî û Yedula Semedî yên ji Urmiyê ne.

DI SALA 2017’AN DE 110 KURD HATIN DARVEKIRIN

Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê par dayîn, di 11 mehên sala 2017’an de ji aliyê rejîma Îranê ve 110 Kurd bi hîncetên cuda hatine bidarvekirin.

Her wiha li gorî rapora Rêxistina Efûya Navneteweyî ya ji berî niha hatî weşnadin jî di sala 2017’an de bi giştî 6 jê jin 507 kes hatine bidarvekirin.

Her çiqas rêxistinên navneteweyî rejîma Îranê ji ber bi darvekirinê rexne dikin û bang li Îranê tê kirin ku dawî li darvekirinê bîne jî, lê Îran dide diyar kirin ku li gorî yasayên welat cezayê darvekirinê pêk tê.