Rejîma Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li mamosteya zimanê Kurdî birî
Rejîma Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li mamosteya Kurdî ya ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê birî.
Rejîma Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li mamosteya Kurdî ya ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê birî.
Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku Dadgeha Şoreşê ya Îranê ya li Sine, bi îdîaya ku "li dijî ewlehiya neteweyî" kar kiriye, 10 sal cezayê girtîgehê li mamosteya zimanê Kurdî Zara Mihemed birî.
Zara Mihemed a 29 salî ku mamostetiya Kurdî dikir, weke aktîvîsteke aştiyane li pêş bû. Zara Mihemed di heman demê de endama Desteya Rêveber a Meclîsa Nûjîn bû. Di 23'ê Gulana 2019'an de di serdegirtina mala wê de hatibû girtin.