Rejîma Îmraliyê û Ocalan-18

Di 17’ê Sibata 1999’an de Girava Îmraliyê bû herêma leşkerî ya qedexe. Li giravê di statuya ‘Girtîgeha Yekkesî’ de ji bo Rêberê Gelê Kurd a ku wî jê re digot ‘Tabût’ rejîmek hate avakirin.

Di sibeha 16’ê Sibata 1999’an de gelê Kurd bi hêrseke mezin hişyar bûbû. Hemû nirxên nivîskî, devkî û qanûnî yên mirovayetiyê hatibûn binpêkirin û mîmarê şoreşa Kurdistanê Abdullah Ocalan teslîmî dewleta Tirk hatibû kirin. Kurdan dema ku ev dîmen dîtin, daketin qadan. Hemû kesên li derveyî Kurdistanê jî li hemberî nûnertiyên hêzên komployî çalakiyên bêîtaetiya sivîl li dar dixistin. Piştî ku ji ser 15’ê Sibatê 48 saet derbas bû, Konseya Serokatiyê ya PKK’ê di 18’ê Sibata 1999’an de daxuyaniyek weşand.Ev wekî daxuyaniya pêşîn a Konseyê bû ya ku wê bi salan barê şoreş û têkoşînê hilgirta.

“Peyama partiya me û ya gelê me gelekî eşkere ye. PKK’yeke bêyî Apo û çareseriya Kurdên bê PKK wê tu carî, di bin tu şertan de pêk neyê. Tekane berdevk, siyasetmedar û mûxatabê çareseriya siyasî ya doza Kurdan a PKK, rêxistinên girêdayî PKK’ê û gelê me yê welatparêz heye, ew jî Rêber Apo ye. Ji derveyî wî hemû rêxistina me û gelê me, di bin banê vê rêbertiyê de fedaî ne. Kesên dixwazin têkiliyê bi me û partiya me deynin, divê têkiliyê bi Rêber Apo re deynin. Kesên dixwazin doza Kurdan çareser bikin, divê tevî Rêber Apo çareseriyekê bikin. Ji xeynî wê tu çareserî û mûxatap tune û lêgerîna wê jî belasebeb e. Her endamên partî, artêş û eniya me û her Kurdên welatparêz wê heta dawiyê girêdayî vê rastiyê be. Heta ku çareseriyeke wisa pêk were, wê bi tenê wekî fedaiyan bijî û peywira xwe ya fedaîtiyê bi cih bîne.”

Di serê sala 1999’an de dema ku xeleqa li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû tengkirin û qonaxên dawîn ên komployê dihat çêkirin û Ocalan teslîmî dewleta Tirk dihat kirin, PKK’ê li çiyayên Kurdistane kongreya xwe ya şeşemîn li dar dixist. Abdullah Ocalan dîsa Serokê Giştî hate hilbijartin. Encama kongreyê di 5’ê Adara 1999’an de bi navê ‘Kongreya serfiraziyê bersivek e ji komploya navneteweyî’hatibû ragihandin. Di belavokê de banga geşkirina serhildana û berxwedanê li gelê Kurd dihat kirin.

“Emperyalîzma DYE’yê, Sîyonîzma Îsraîlê û faşîzma Tirk tevî hemû hêzên navneteweyî, bi bikaranîna îxaneta hin Kurdan di 9’ê Cotmeha 1998’an de komplo li dar xistibû. Ev komplo ne li gorî tu qaîdeyên hiqûqê, exlaq û pîvanên mirovayetiyê ye. Ligel ku Rêbertiya Partiya me têkoşîneke xurt û bi biryar kiribû jî ev komplo di 15’ê Sibata 1999’an de bi çalakiyeke korsan gihişt qonaxeke nû. Xeta têkoşînê ya Rêbertiya Partiya me û lêgerîn û hewldana wî ya ji bo çareseriya siyasî ya ji bo doza Kurdan rastî metodeke wisa nemerd hat. Ev jî diyar dike ku ev yek ji bûyera herî kûr a dîrokê ye. Pê re jî rastiya dinyayê ya li dijî mafên gelê Kurd, entrîkayên DYE û durûtiya Ewropayê bi zelalî derketiye holê.

Em bang li hemû gelên xwe yên li Bakurê Kurdistanê û metrepolên Tirkiyeyê dikin ku ji bo hilweşandina pergala dewleta Tirk bila serî hildin û têbikoşin. Em bang li gelê xwe yê li parçeyên din ên Kurdistanê û derveyî welat dikin ku bila çalakiyên civakî bidomînin , piştgiriyê bidin Rêber Apo û têkoşîna li Bakurê Kurdistanê. Ciwanên Kurd jî divê li her qadê di vê têkoşînê de cih bigire û tevlî nav artêşa gerîlayan bibin.”

QANÛN Û QEDEXEYÊN TAYBET

Vê banga li kongreyê di nava demeke kurt de di nav hemû gelê Kurdistanê de bersiva xwe dît, jin û mêrên ciwan pêl bi pêl berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Di nav gerîlayan de ‘Nifşê 15’ê Sibatê’ wê dest pê bikira. PKK di pêvajoyeke krîtîk a wisa derbas dibû, dewleta Tirk jî ji bo Îmraliyê qanûnên taybet çêdikir. Piştî ku Ocalan birin Îmraliyê rojek şûnde, Desteya Wezîran a dewleta Tirk di 17’ê Sibata 1999’an de bi biryara hejmara ‘1999/12408’ girav wekî herêma qedexe ya bejahî, hewayî û behrê îlan kir. Piştre jî rejîma Enqereyê hemû makeqanûn û qanûnên xwe binpê kir, hemû rayeyên li ser Girtîgeha Îmraliyê ji Wezareta Edaletê wergirt û li ser navê Navenda Rêveberiya Krîzê da Buroya Ragihandinê ya Krîzê ya Lengergeha Mûdanyayê.

Çûn û hatina Girava Îmraliyê ji aliyê Buroya Ragihandinê ya Krîzê ya li lengergeha Mûdanyayê dihat organîzekirin û rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê jî dewrî Navenda Rêveberiya Krîzê ya Serokwezîrtiyê. Di xala 4/c a Rêveberiya Navenda Krîzê ya Serokwezîrtiyê de dihat diyarkirin ku, “Navenda Rêveberiyê ya Krîzê ya Serokwezîrtiyê di bin banê Sekreteriya Giştî ya Desteya Ewlekariya Mîllî de navendek e’ û di fikraya 2’an a xala 3’an de jî dihat gotn ku ‘Sekreterê Giştî yê Desteya Ewlekariya Millî, ji domandina Navenda Rêveberiya Krîzê, agahdarkirina hemû yekeyên di nav pergalê de berpirsyar e.”

Bi vî awayî Sekreteriya Giştî ya yê Desteya Ewlekariya Millî ya ku heta sala 2004’an leşker lê dihatin peywirdarkirin, peywira rêveberî û koordîneya Navenda Rêveberiyê ya Krîzê ya Serokwezîrtiyê werdigirt û bûbû berpirsê Girava Îmraliyê. Hemû biryarên derbarê Îmraliyê dabûn destê leşkerên Tirk û ji aliyê din ve jî di statuya ‘Girtîgeha Yekkesî’ de ji hemû hêmanên sivîlan dihat paqijkirin. Li giravê statuyeke taybet û tevdîrên ewlehiyê yên taybet heye. Nêzikbûna bi qasî 5 mîlan a ji hewayî û behrê ya giravê qedexe ye û di statuya herêma qedexe ya leşkerî de ye.

DEWLETA TIRK QANÛNÊN XWE JÎ BINPÊ KIR

Girava Îmraliyê û Girtîgeha wê ji 16’ê Sibata 1999’an û vir ve ketiye bin rewşa ‘Rewşa Krîzê’ ya ku bi tenê di dema şer, karesat û erdhejan de dikare li ser herêmekê were pêkanîn. Vê rewşa krîzê ya ku ew ê bi salan bidome, li gorî qanûnên dewleta Tirk divê saziyeke şêwirmendiyê be lê peywira rêveberî û koordîneyê ya Navenda Rêveberiya krîzê ya Serokwezîrtiyê ya Sekreteriya Giştî ya Desteya Giştî Millî wergirt û bû yekeyeke rêvebirinê. Rayeyên awarte dan vê yekeya rêveberiyê, kirin û biryarên li ser wê ji bin kontrola saziyên darizandinê hate derxistin. Vê saziya ku dikare li ser Rêberê Gelê Kurd û Îmraliyê her cure biryaran bide, di warê hiqûqî de tu berpirsyariyeke wê tune.

Li gorî mewzûatê jî rêveberiya girtîgeha Îmraliyê û xebatkarên wê yên girêdayî Wezareta Edaletê ya dewleta Tirk in jî bi awayê ku girêdayî Serokatiya Artêşê ya Giştî ya dewleta Tirk xebitîn. Ji ber ku rejîma li Îmraliyê bi rêya Navenda Rêveberiya Krîzê tê birêvebirin, Îmrali îlana Rewşeke Awarte ye. Li gorî benda 3’an a xala 15’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê rejîma Îmraliyê ya ku derveyî peymanê dye divê ji Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê re bihata ragihandin. Lê heta niha dewleta Tirk tiştekî wisa ranegihandiye.

ÊRÎŞA NIJADPEREST A LI DIJÎ PARÊZERÊN PÊŞÎN

Ocalan dema ku şandina Îmraliyê wî fêm kir ku li ser wî tecrîd û êşkenceya rejîmeke wisa li ser wî heye ku tu mînakên wê li dinyayê tune û komploya rastîn hê nû dest pê dike. Wî ji vê komployê re digot ‘Dixwazin gelan bi hev bidin qirkirin.’ Rêberê Gelê Kurd ev xetere dît û modela li ser çareseriyê ragihand ji rayedarên dewleta Tirk. Di vê modela bi navê ‘Komara Demokratîk’de dihat xwestin divê mafên demokratîk werin naskirin, gavên çandî werin avêtin, qanûna tevlêbûna civakê were sererastkirin û şer bi dawî bibe.

Rêberê Gelê Krud ji aliyekî ve dixwest pêvajoya aştî û diyalogê bide destpêkirin û digot ‘Divê azadiya gelê Kurd were dayin û rêya jiyîna bi hev re were avakirin’ Di wan deman de Konseya Serokatiyê ya PKK’ê daxuyaniyek weşand:

“Her daxuyanî û gotina Rêbertiya Partiyê ya ji bo gel û partiyê, ji bo me ferman û talîmat e. Heta ku bi partiya me û gelê me têkiliya wî hebe, analîzên Rêbertiya Partiya me, ferman û talîmatên wî wê werin bicihanîn. Heke têkiliya Rêbertiya Partiya me bi partî û gel qut bibe, tu gotinên li ser navê Rêber Apo wê me û Rêbertiya me eleqedar neke. Em ê vê rewşê qebûl nekin.”

Gelê Kurd û tevgeriya azadiyê li dora Ocalan bûbû xeleq û vî tiştî dek û dolabên hêzên komploger xera kiribû. Ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji gelek bajaran bi dehan parêzer ji bo parastina Ocalan ketibûn nav hewldanan û serlêdan kiribûn. 16 parêzerên ku ji aliyê malbata Ocalan hatibû peywirdarkirin di 22’ê Sibata 1990’an de ji bo hevdîtinê serî li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê dan. Encama pêşîn a berxwedana li derve û hundir derdiket holê, dewleta Tirk destûr da ku di 25’ê Sibata 1999’an de parêzer biçin giravê. Di wan deman de nijadperestiya faşîzma Tirk zêde bûbû, dema ku kome parêzeran xwestin biçin Mûdanyayê û ji wir jî biçin Îmraliyê komeke nijadperest êrîşî parêzeran kir.

Parêzer di bin wan êrîşan de çûn Îmraliyê û stratejiya serdema nû û peyamên aştiyê yên Rêberê Gelê Kurd ji dinyayê re ragihandin. Li metrepolên Tirkiyeyê jî çalakî û xwepêşandan dihatin kirin. Di 13’ê Adara 1999’an de li Mavî Çarşiya Kadikoya Stenbolê çalakî hatibû kirin û ji ber şewatê 13 kes miribûn. Rêberê Gelê Kurd di 17’ê Adara 1999’an de bi parêzerên xwe re civiya û xwest bila çalakiyên bi şîddet bi dawî bibe.

HETA 15’Ê SIBATA 1999’AN BI TENÊ NEXWEŞIYA SÎNUZÎTÊ HEBÛ

Heta 15’ê Sibata 1999’an bi tenê nexweşiya sînuzîtê ya Ocalan hebû. Lê di şertên êşkence, tecrîd û îzolasyonê ya Îmraliyê nexweşiyên wekî anjîn, faranjît, rînîta alerjîk û astim jî di nav de gelek nexweşî lê peyda bûn. Ji ber ku Îmrali ji bo gelê Kurd û Rêberê wê wekî ‘mirineke hêdî ya li demê hatiye belavkirin’ hatibû sêwirandin. Lê hesabê wan wê bi cih nehata. Gelê Kurd ji bo azadî û tendirustiya gelê xwe wê ji zivistana 1999’an û heta niha li ber xwe bidana.

Ocalan di sala 2001’an de di parêznameya xwe ya bi navê ‘Parêznamayên DMME- Ji dewleta rahîbên Sumerê ber bi komara gel’ de stratejiya xwe ya piştî Îmraliyê wisa diyar dikir:

“Ya rast her tişt li gorî mirinê hatibû amadekirin. Bi giranî di warê fîzîkî de, heke ev jî pêk neyê, tunekirina min wê bikirina hedef. Ligel ku ez gelekî fikirîm, texmîna min ev e tu hedefeke din tune.Di komployê de evqasî tiştên nayên zanîn û kûr hebû, şikandina vî tiştî wekî mûcîzeyekê bû û destpêkeke xurt a mirovatiyê pêwist bû.

Di vir de hemû dinya bûbû aliyê hember, dost û rêhevalên herî nêz jî li gorî bawerî û moralên xwe ji xeynî ‘mirineke bi şeref’ ne li benda tiştekî din bûn. Mantiqa sedsalê ev bû. Mantiqa dost û dijminan jî ev bû. Cihê ku hest û raman lê disekinî jî ev bû. Her tişt mehkûmî tenêtiyeke bi xof dihate kirin. Li gorî qaîdeyeke şer ‘gulebarandin’ ez ê wê ne wekî cezayekî lê wekî mafekî binirxînim, vî mafê min jî tunebû. Şaristaniyê dixwest bi awayekî din tola xwe bistîne.

Min tu carî ji bo qehremaniyê ev tişt nekir. Ez ne xwediyê cesaretekî wisa bûm, min dixwest çawa bim wisa werim naskirin û ez baş dizanim ku hevalên min ên herî nêz jî nebûne şahidên vî tiştî. Lê aliyekî min hebû, min ê îxanet lê nekira. Min rewşa xwe ya ku zarokê îxanetê li xeyalên xwe nake, bidomanda.

Ji bo kesên dixwazin helwesta min a li Îmraliyê fêm bikin, bi kurtasî vî tiştî dibêjim, tişta ku ew ê pêk were ne rexne, xwerexne, ne efû û ne jî bendewariya jiyaneke hatiye diyarkirin e. Ev geşedan wê nikaribin bibin dilpakî û wateya tiştên min jiyaye. Rewş gelekî cihê ye û divê ev orîjînalîte û xweserî were fêmkirin. Ji ber ku çawaniyeke cewherî ya helwesta aştî û biratiyê heye, ez ê tişta di plana duyemîn de ye ango helwesta siyasî dernexim pêş û ji bendewariyên şaristaniyê re nebûma bersiv û min ê xwe nekira alava vî tiştî.

Ez ê li vir li bilindbûna xwe bigeriyama, li hemberî naleta şaristaniya hemdem têk neçûma. Heke wê cihê jiyaneke biratî ya li ser bingeha aştî û azadiyeke bi rûmet hebûya, min ê qîmet bida her boçûna siyasî. Ez zêde baweriyê nadim giravokên siyasî yên cihê, dizanim ku bi qasî xeyalperestiya wan ew ji kêmbûn û hejarbûnê re amade ne, min ê yekîtî û ‘unîteriya’ li ser esasê derbirina azad tercîh bikira. Wekî her carê minê bi qasî yekîtiyeke bi darê zorê, veqetîneke bi darê zorê jî tercîh nekira û min ê helwesta xwe ya watedar bidomanda.”

-Sibê: ‘Şanoya darizandinê’ û banga 2’ê Tebaxê…