Rêberê Kurd ê bi nemerdane hate qetilkirin: Dr. Qasimlo
Yek ji rêveber û dîplomatê gelê Kurd Doktor Ebdulrehman Qasimlo berî bi 33 salan dema li ser maseya danûstandinê ya aştiyane bû, ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hate qetilkirin.
Yek ji rêveber û dîplomatê gelê Kurd Doktor Ebdulrehman Qasimlo berî bi 33 salan dema li ser maseya danûstandinê ya aştiyane bû, ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hate qetilkirin.
Di dîroka têkoşîna Kurdan de gelek rêber û kesayet derketin ku mohra xwe li têkoşînê dan û bi rengekî nemerdane hatin qetilkirin. Yek ji van şoreşger û pêşengan jî Dr. Ebdulrehman Qasimlo ye.
Di 13’ê Tîrmeha 1989’an de yek ji serok û rêveberê Kurd Dr. Ebdulrehman Qasimlo tevî du hevalên xwe dema li Viyanayê bi rayedarên dewleta Îranê re li dora maseya danûstandinan bûn, hatin qetilkirin.
Doktor Qasimlo 22’ê Kanûna sala 1930’î li gundekî girêdayî bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. 22’yê Çileya 1946’an dema li Qada Çarçirayê ya Mehabadê ala Kurdistanê li ba bû, Ebdulrehman Qasimlo xwendekarekî 16 salî bû û li Tehranê dixwend. Qasimlo endamê partiya Komunîst Tûdey bû û bû şahidê hilweşandina Mehabadê, darvekirina Qazî Mûhammed a li Çarçirayê. Van bûyeran bandora xwe li ser jiyana Qasimlo jî kir.
DI NAV CIWANÊN ÎRANÊ DE KURDEK
Partiya Sosyalîst a sala 1948’an li Çekoslovakyayê hate ser hikum, ciwanên Tûdeyî vexwend welatê xwe. Di nav van ciwanên Îranê de tenê Kurdek hebû, ew jî Ebdulrehman Qasimlo yê 18 salî bû.
‘JI ÎRANÊ RE DEMOKRASÎ JI KURDISTANÊ RE OTONOMÎ’
Qasimlo sala 1957’an li Zanîngeha Pragê êdî bibû hîndekar. Piştî bêdengiya 20 salan a Mehabadê, li Rojhilatê Kurdistanê sala 1967’an, di Newrozê de hinek ciwanan li hemberî rêveberiya Şah Pehlewî bi derfetên biçûk dest bi berxwedanê kirin.
Di sala 1973’an de Qasimlo bû Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î). Dirûşma wî ya kongreyê jî ev bû, “Ji Îranê re demokrasî, ji Kurdistanê re otonomî.”
BI NAVBEYNKARIYA CELAL TALABANÎ BI ÎRANÊ RE TÊKILÎ DANÎ
Şerê Îran û Iraqê yê sala 1980’î qedera Rojhilatê Kurdistanê guherand. Şerê heta sala 1984’an bi giranî dewam kir, nêzî 10 hezar pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan. Qasimlo jî baregeha xwe biribû çiyayê Qendîlê. Di nîveka sala 1980’an de bi qasidiya Serokê YNK’ê Celal Talabanî bi Tehranê re têkilî danî.
‘DIVÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ FERMÎ YÊ DUYEM’
Her du alî cara pêşî 30’ê Kanûna 1988’an li mala Xebat Marûf ê YNK’yî li hev civiyan. Civînê du rojan dom kir. Qasimlo ji daxwaza ‘Perwerdehiya bi Kurdî, bila Kurdî bibe zimanê fermî yê duyem’ daneket. Piştî mirina Xûmeynî Rafsancanî hate dewsa wî û muzakereyan dîsa dest pê kir.
Di navbera Qasimlo û dewleta Îranê de ku du caran danûstendin pêk tên, Qasimlo ji van guftûgoyan bê hêvî dibe. Qasimlo lewma dixwaze di danûstendina sêyemîn de li şûna wî Seîd Şerefkendî beşdar bibe. Lê Îran vê daxwazê red dike. Şandeya Îranê dixwaze ku Qasimlo bi xwe tevlî bibe.
HEVDÎTINA SÊYEMÎN KEMÎN E!
Di muzakereya sêyemîn de şandeya Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê du şert danîbû. Yek ji wan ew bû ku Celal Talabanî beşdarî danûstendinan nebe. Ya duyem jî ji bilî kesên danûstendinê bikin, kes neyê cihê civînê. Ango parêzvan li wir nebin.
Doktor Qasimlo û du hevalên wî di 13’ê Tîrmeha 1989’an bê parêzvan çûn cihê civînê. Her du şande li dora maseyê rûdinin. Piştî çend deqîqeyan şandeya Îranê, bi guleyan êrîş dike. Di êrîşê de Doktor Qasimlo û her du hevalên xwe şehîd dikevin.