'Rêber Apo gelê li ber mirinê vejand'

Silêman Hemkê Delî ku di sala 1994’an de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî got, “Rêber Apo mirovên mirî vejîne. Wî fersend pêşkêşî gelê ku li ser nivîna mirinê bû da ku di nefesa xwe ya dawî de bijîn."

Di serdema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di navbera salên 1979-1998'an de li Sûriyeyê bû, gel ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne serî li Şam û Lubnanê dida. Silêman Hemkê Delî jî ji wan kesan e ku derfeta hevdîtina bi Abdullah Ocalan re peyda kiribû.

 Silêman Hemkê Delî behsa naskirina xwe ya bi PKK’ê re û dema hevdîtina bi Abdullah Ocalan re kir.

‘MIN FÊM KIR KU RIZGARKERÊ GEL E’

Silêman Hemkê Delî ku di sala 1986’an de PKK nas kiriye, dibêje ku bi rêya serdana kadroyên PKKê ya malên wan PKKê nas kiriye û bi taybetî serdanên Şehîd Elî Dirêj bo malên wan a gelek caran jî bûye wesîle ku ew girêdanbûneke bihêztir bi PKKê re nîşan bidin.

Silêman Hemkê Delî wan salan wiha vedibêje: “Min di sala 1986’an de bi rêya kadroyên partiyê Tevgera Apoyî nas kir. Em wê demê ne girêdayî partiyekê bûn. Kadroyên partiyê dihatin û diçûn mala me. Ew ne wek mirovên normal bûn. Rûniştin û rabûna wan cuda bû. Wê gavê ez pê hesiyam ku ew rizgarkerên vî gelî ne. Ji wê rojê û vir ve hema hema her roj heval dihatin mala me û em jî tevlî xebatê bûn.”

Silêman Hemkê Delî diyar kir ku yek ji wan taybetmendiyên ku di nava PKK'ê de bala wî dikişand exlaq bû û dibêje ku ew bi analîzkirina gelê Kurd û jîngeha Kurdistanê îqna bûye.

'ME RÊYA RIZGARIYÊ DI PKK'Ê DE DÎT'

Silêman Hemkê Delî anî ziman ku gelek pirtûk xwendine û lêkolîn kiriye û diyar kir ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rastiyên dîrokê derketine holê û çavên gelê Kurd vekiriye.

Silêman her wiha bal kişande ser bandora hebûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser azadiya gelê Kurd û wiha got: “Me bi tevgera Apoyî re xwe nas kir. Me hebûna xwe nas kir. Me fêm kir ku erdên me jî hene. Em gihîştin wê qenaetê ku divê axa me ya ku bi sedsalane hatiye dagirkirin bên rizgarkirin. Me rêya rizgariyê dît.”

BI ABDULLAH OCALAN RE HEVDÎTINÊ PÊK TÎNE

Silêman Hemkê Delî anî ziman ku wî gelek kasetên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdar kiriye, lê bi israr xwestiye wî bi xwe bibîne û diyar kir, "Ez bi israr diçûm cem Rêbertî, lê di 11'ê Cotmeha 1994'an de bi qasî 40 kesî em çûn dîtina Rêber Apo. Rêber Apo komek ji gel xwest û min jî şansê ku cara 2. Rêber Apo bibînim bi dest xist."

'RÊBER APO DENGÊ HESTÊN GEL BÛ'

Silêman Hemê Delî vegotina xwe wiha didomîne; "Di deh deqeyên destpêkê de Rêber Apo çi axivî nayê bîra min. Ez pir bi kelecan bûm, ez ji kelecanê dilerizîm. Kesayetiyeke wî ya cuda hebû. Em hemû li rêzê bûn. Rêber Apo ket hundir û yek bi yek silav da me. Navê me pirsî, 6-7 saetan axivî, dema çû jî yek bi yek xaitrê xwe ji me xwest. Hevalekê got, “Bijî Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê.” Rêber Apo yek bi yek navên me pirsî û pişt re qet ji bîr nekir. Rêber Apo jî got 'Bijî Evdeyê Hemo', tevî ku di ew hemû riyê de em bi hevre bûn lê me navê wî hevalî nedizanî, lê Rêber Apo carekê tenê navê wî hevalî pirsî û careke din ji bîr nekir. Ji Ewropayê jî malbatek hatibû dîtina Rêbertî, li zarokên xwe dipirsîn û digotin ku ti agahiyek jê negirtine. Rêbertî ew heval jî anî bîra xwe, ji malbatê re got ku zarokê wan başe û li Gabarê ye. Rêbertî mirovek wiha bû, nirx dida mirovan, ji bîr nedikir, hafizeya wî pir zindî bû, me hewce nedidît ku bipirsin jî. Ji ber ku wî bi xwe her tiştê ku me meraq dikir, dianî ziman. Ji me re dibû bersiv. Rêber Apo bû dengê êş, pirs, hest û ramanên gel.”

'ME XWE DEYNDAR HÎS DIKIR'

Silêman Hemê Delî di dawiyê de anî ziman, “Yê ji rex Rêber Apo vedigeriya nedikaribû li mala xwe birûne, dikete nava gel û ji gel re behsa Rêbertiyê dikir. Me xwe deyndar hîs kir” û dilsoziya xwe ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha anî ziman: “Bi saya paradîgmaya Rêber Apo gelê Kurd ji xewa giran a mirinê şiyar bû. Divê em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bixebitin. Hê kesekî din bi qasê Rêber Apo ji bo gelan ked û têkoşîn nedaye. Rêber Apo mirovên mirî ji nû ve zindî kir. Wî di nefesa dawî ya gelekê ku li ber mirinê bû firsenda jiyanê pêşkêş kir."