Razmûhî: PDK, hêzên Tirk fînanse dike

Endama Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Jinan (TŞYJ) Hîvron Razmûhî diyar kir ku PDK’ya nikare mûçeyên kedkarên Kurdistanê bide, ji qaseya Herêma Kurdistanê fon ji hêzên dagirker ên Tirk re veqetandiye.

Jı Fermandarên Rêxistina Jinên Komonîst ya Akademiya Huseyîn Demîrcîoglu MLKP/KKO’yî û Endama Konseya Giştî ya TŞYJ’ê Hîvron Razmûhî dazanîn ku dewelta Tirk bi hevkariya PDK’ê di plana dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê de gihîştiye astekî din; her wiha hewldide ku derbekî xedar li hêviya Kurdan, daxwaza azadiyê û pêşeroja Kurdan bide. Razmûhî eşkerekir bi qasî ku ew hevkariye siyasî ye, ew qasî jî ekonomîk û leşkerî ye.

Endama Konseya Giştî ya TŞYJ’ê Hîvron Razmûhî ji ANF’ê re axivî û bibîr xist ku çêkirina qereqolan, baregehên leşkerî û noqteyên SÎHA û hewldanên sîxurkirina gel li Başûrê Kurdistanê, ambargoyên ekonomîk û polîtîk li hemberî gerîlayan bi destê gundiyan yên ji dewleta Tirk a mêtinger tenê beşek ji rengdanên wê hevkariyê ne li herêmê û wiha hejmart:

-Şêniyên Mexmûrê di bin ambargoyê de têkoşîna jiyanê didin.

- Qetlîama gelê Şengalê ji aliyê DAÎŞ’ê ku dewleta Tirk piştgiriya wê dike, bazarkirina jinên ku hatine dîlgirtin weke koleyê zayendî.

- Şehadeta fermandarên bi nirx yên di êrîşên hewayî yên li ser hêzên parastina herêmî.

-Li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê êrîşên hewayî li ser gundan; gundên hatine şewitandin û valakirin.

-Li gel şehadeta fermande û şervanên bi nirx ên gerîla, qetilkirina sivîlan.

‘ÎTÎFAQA LI SER XWÎNÊ HATÎ ÇÊKIRIN’

Razmûhî tevî ku got mirov dikare li ser wê bîlançoya bi xwîn ya vê hevkariyê zêde bike da zanîn ku ji guhertinên dawî diyar dibe wê hê pêşdetir biçin. Razmûhî destnîşan kir ku îtîfaqe li ser xwîna gelê Kurdistanê û dijminatiya li hemberî wê hatî çêkirin û wiha pêde çû: “PDK’ya nikare mûçeyên kedkarên Kurdistanê bide û wan mehkûmê birsîbûnê kiriye, di veqetandina fonê ji qaseya Herêma Kurdistanê ji bo bi cihkirina hêzên dagirker ên dewleta Tirk a faşîst û mêtinger de pirsgirêkê nabîne. Bi şandina petrola ku ji herêmê derdikeve, mêtingeran xwedî dike.”

‘HEVKARIYÊ ÇAVÊ WÎ KORKIRIYE’

Razmûhî îşare pê kir ku ew demek dirêje ku Tevgera Azadiya Kurd balê dikişîne ser şirîkatiya PDK û AKP’ê, ji bo pêşî li pevçûneke gengaz bigre berpirsiyartiya rêveberiya Federe ya Kurdistanê anî bîra wê û bangewazî kirin, her wiha rêze hewldanên dîplomatîk û bertekên ku gelê Kurd di astên cûr bi cûr de pêşxistî û wiha axivî: “PDK’ya ku çavên wê korbûne, hevkariya xwe bi dewleta Tirk a dagirker ku dijminatiya dîrokî li gelê Kurd dike didomîne. Her wiha peyam da ku ewê di şerê li hemberî hêzên gerîla ku garantiya gelê Kurd, têkoşîna azadî û kerameta netewî ye de bi israr be.”

‘EW ÎTÎFAQ DIJMINÊ JINÊ YE JÎ’

Razmûhî bal kişnande ser hevkariya dewleta Tirk ya di rêveberiya Ergenekon a AKP-MHP’ê de ye û PDK’ê di heman demê de xwe dispêre hişmendiya zilamê serwer û dijminê jinê û got: “Wê jinên Kurd destûr nedin. Yên wê planê xirabbikin jî dîsa jinên berxwedêr û têkoşer in. Em bi dengekî bilind qîrdikin û dibêjin ku emê heya dawî hem nasnameya xwe ya zayendî û jiyna xwe ya azad hem jî çiyayên xwe yên azad bi parêzin. Li ser her gir, rê û patîkayên wan çiyayan şopê pê hevaleke me yê jin heye. Ew çiyayane bi qasê ku ya Leyla Qasiman, Bêrîtanan, Leyla Agirîan û Sakîne Cansizan e, bi qasê Berçem Rênasan, Sîbel Bûlûtan, Ekîn Sûyan, Raperîn Avaşînan jinên nemir yên mîna wan emanetê me ne. Ew çiyayane her yek çeperek a azadbûyîn û jiyaneke nû ne. Em ê heya dawiyê çeperên xwe bi parêzin.”

DESTHILAT JI BO TEVAHÎ HERÊMÊ GEF E

Hîvron Razmûhî anî ziman ku li ser kampanya ‘Em ê faşîzmê birûxînin, Azadiyê bi destbixin’ ku beriya niha weke Tevgera Şoreşgerî ya Yekgirtî ya Gelan (TŞYG/TŞYJ’ê) dabûn destpêkirin û axavtinên xwe wiha bi dawî kir: “Faşîzma Ergenekon-AKP-MHP’ê îro ne tenê gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, hemû gelên herêmê gef dike. Bi giştî dema em li pêşketinên polîtîk-leşkerî temaşe dikîn, nîşan dide ku dema kampanya me rast bûye. Di heman demê de bi qasê ku daxwazên me zelal in, dibe sedemê yekgirtîbûnê jî. Ne tenê gelê Kurd pêwîstiya wê bi azadiyê heye, berku pêwîstiya jin, karker-kedkar, civak û baweriyên cuda û LGBTÎ+ jî pê heye. Li ser wê bingehî jî ew pêngava me hemû kedkar, bindestan digre nava xwe. Hemû hêzên siyasî û dînamîkên civakî ku azadiyê dixwazin divê ji bo rûxanidna faşîzmê û bi desxistina azadiya xwe piştgiriyê bidin pêngava me. Kedkar, karker, jin û hêzên şoreşger ên Tirkiyê li berxwedidin. Gelê Kurd li berxwedide. Divê em hêza xwe li beramberî faşîzmê bikin yek. Ji bo her kesî/ê teqez karek heye ku bike, tenê bê xwestin û ew bê rêxistinkirin.”