BI DÎMEN

Li KE'yê civîna çapemeniyê: Komîteya Wezîran ji bicihanîna biryarên DMME'yê berpirsyar e

Parêzer Îbrahîm Bîlmez li Konseya Ewropayê civîneke çapemeniyê lidar xist, bi bîr xist ku Komîteay Wezîran ji bicihanîna biryarên DMME'yê berpirsyar e û ji saziyên Ewropayê xwest, zextê li dewleta Tirk bike.

CIVÎNA ÇAPEMENIYÊ YA LI KONSEYA EWROPAYÊ

Şandeya DEM Partiyê û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez ku li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) ji bo beşdarî civînên di navbera 30'ê Îlonê û 4'ê Cotmeha 2024'an de bibin li bajarê Strasbourg ê Fransayê ne, hin hevdîtin pêk anîn.

Di hevdîtinan de binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê, kiryarên antî demokratîk û pirsgirêkên li qada hiqûqê yên li Tirkiyeyê hatin nirxandin. Parêzer Îbrahîm Bîlmez ku bi CPT re hevdîtin kir, têkildarî sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dosyayek radestî rayedaran kir.

Di roja dawî ya hevdîtinê de li Konseya Ewropayê bi sernavê "Rewşa girtiyên siyasî ya li girtîgehên Tirkiyeyê" civîneke çapemeniyê hate lidarxistin.

Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Parlamentera Koma Yekîtiya Çep Dr. Deepa Govindarajan û Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Berdan Ozturk weke axaftan beşdar bûn.

Pitşî ku Berdan Ozturk sîstema qirkirin, tecrîd û êşkenceyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand, parêzer Îbrahîm Bîlmez axivî.

Îbrahîm Bîlmez anî ziman ku girtîgeh û rewşa girtiyên siyasî birîneke Tirkiyeyê ye ku xwîn jê tê û diyar kir ku girtiyên 30 salan ragirtî ne li gel ku divê bi şert bêne berdan, nayên berdan.

Îbrahîm Bîlmez got, "Hîn gelek pirsgirêk hene, lê belê cihê ku ev hemû gihîştine asta herî bilind girtîgeha Îmraliyê ye. 43 meh in em nikarin agahiyê ji Îmraliyê werbigirin. Bifikirin, li welatekî endamê Konseya Ewropayê, li bajarekî vî welatî girtîgeh heye; mînak li Strasbourg, Parîs an jî Munchenê û 43 mehan kes nikaribe bikeve vê girtîgehê, nikaribe agahiyê ji çar kesên li girtîgehê ragirtî werbigirin. Ne parêzer, ne malbat, ne siyasetmedar, ne jî rêxistinên civakî yên sivîl dikarin biçin. Bi telefonê jî derfetên axaftinê nîne. Em nameyan dişînin, bersiv ji me re nayê dayin."

'CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ YÊ HETA BI HETAYÊ YÊ GIRANKIRÎ, CEZAYEKÎ ÎDAMÊ YE'

Îbrahîm Bîlmez bal kişand ser cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî û got, "Li Tirkiyeyê cezayekî bi vî rengî tine bû. Birêz Ocalan hate darizandin û cezayê îdamê lê birîn. Lê belê ji bo Tirkiye li DMME'yê neyê darizandin cezayê îdamê rakirin. Lê belê hemû pisporên hiqûqê tevlî vê nêrîna me dibin, ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî cezayekî mîna yê îdamê ye. Cezayê îdamê ye ku li demê hatiye belavkirin. Ji ber ku bi vî cezayê re hêviya berdanê nîne. Ji xwe wan jî dema ku ev ceza li Birêz Ocalan birîn bi vê armancê birîn. Gotin, 'Em ê wî bi demê re hêdî hêdî bikujin'. Ev mesele edî ne tenê Birêz Ocalan eleqedar dike. Îro li hezaran mirovan ev ceza hatiye birîn. Li gel ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dipirse jî Tirkiye hejmara vê eşkere nake."

Parêzer Îbrahîm Bîlmez ragihand ku sala 2014'an dema ku bi navê Ocalan serlêdan li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kirin, DMME'yê ji bo cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî gotibû li dijî xala 3'emîn a peymana mafên mirvoan e û ev ceza weke 'êşkenceyê' pênase kiribû. Îbrahîm Bîlmez destnîşan kir ku 10 sal di ser vê biryarê re derbas bûne lê belê Tirkiyeyê di vê mijarê de guhertinek nekiriye û got, "DMME'yê piştre di dosyayên cuda de jî biryarên bi heman rengî da. Mixabin Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku ji bicihanîna biryarên DMME'yê berpirsyar e, di vê mijarê de wezîfeya xwe bi têrkerî bi cih nîne. Tirkiye pirsgirêkan timî li demê belav dike. Vê yekê weke polîtîka û rêbazekê dike. Di mijara cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî de jî heman tiştî dike. Mixabin Komîteya Wezîran jî di vê mijarê de rê dide Tirkiyeyê."

'NÊZÎKATIYA DEWLETA TIRK A LI ÎMRALIYÊ TÊ WATEYA NEÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD'

Îbrahîm Bîlmez bi bîr xist ku herî dawî di civîna hefteya dawî de têkildarî cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî salek dem ji Tirkiyeyê re hate dayin û got, "Statuya Birêz Ocalan ne tenê ji ber muwekîlê me ye. Di heman demê de sekneke wî ya polîtîk heye. Mirovekî welê ye ku têkildarî meseleya Kurd xwedî gotin e. Di meseleya Kurd de ji aliyê Tirkiyeyê ve muxatab hatiye dîtin. Lewma nêzîkatiya dewletê ya li Îmraliyê, tecrîda li Îmraliyê tê wateya neçareserkirina meseleya Kurd. Ev yek ji her alî ve bi Tirkiyeyê dide windakirin. Dibe ku Ewropî haya xwe ji girîngiya vê nebe. Lê belê bi rastî jî yek ji astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê neçareserkirina meseleya Kurd û tecrîda li Îmraliyê ye."

'TIRKIYE DI PIRSGIRÊKA KURD DE NEÇARESERIYÊ JI XWE RE DIKE ESAS'

Dr. Deepa Govindarajan jî anî ziman ku di komploya navneteweyî ya li hemberî Abdullah Ocalan de tiliya gelek dewletan hebû û got, maseya çareseriyê ya beriya niha di navbera dewleta Tirk û Kurdan de hate danîn ji aliyê dewleta Tirk ve hate têkbirin. Dr. Deepa Govindarajan diyar kir ku dewleta Tirk neçareserkirina pirsgirêka Kurd ji xwe re dike esas.

Dr. Deepa Govindarajan bi bîr xist ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike û got, "Saziyên Ewropayê di çarçoveya serweriya mafên mirovan, hiqûq û demokrasiyê de divê wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bînin."