Razmûhî: Şerê me wê heta azadiya Kurdistanê bidome

Nûnera MLKP/KKO Hîvron Razmûhî diyar kir, dewleta Tirk a dagirker neçar e ku li pêşberî berxwedana rûmetê ya gelên Kurdistanê têk biçe û got, "Gelên me wê ne noker û xiyanetê, ne jî komkkujiyan ji bîr bikin."

Endama Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) û Nûnera MLKP/KKO'yê Hîvron Razmûhî têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û zextên li jinan daxuyanî da. Razmûhî diyar kir ku desthilatdariya rejîma mêtinger a bi serweriya mêr diheje û destnîşan kir, hikumeta AKP-MHP'ê kelehan xurt dike û bi vî rengî hewl dide desthilatdariya xwe bidomîne.

Hîvron Razmûhî diyar kir ku ne qesr, ne jî zext û zordarî wê nikaribe desthilatdariya faşîst a bi serweriya mêr li ser piyan bihêle û got, "Hêrsa jinên kedkar, îradeya wan a qewîn, berxwedana kedkar-karker, ekoojîst, gelê Kurd û ciwanan a li kolanan, pêlên destpêkê yên hilweşandina rejîma qesrê ya faşîst in.

Li ser desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst, erdhej êdî ferz e. Desthilatdariya kîjan padîşahî, kîjan qralî, kîjan serdestî mayinde bû ku desthiladariya yên li qesrê bi debdebeyî dijîn û xulamên wan mayinde be? Em tînin bîra wan zalimên li qesrê dijîn; sûltanên Osmanî ku ji ber ku neviyê wan e xwe serbilind dibînin, di nava kûrahiya tarîtiyê de qediyan. Her ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst diheje, her ku krîza aborî û siyasî kûr dibe, şerê xwe yê topyekûn ê li dijî gelên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li tevahiya Kurdistanê û Rojhilata Navîn belav dike. Em êdî vê rastiyê ji hevkarên wan ên berê dibihîzin."

Hîvron Razmûhî bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker li bajarên Başûrê Kurdistanê bi SÎHA'yan li dijî sivîlan komkujiyan dike û got, "Dewleta Tirk a dagirker bi destê xayin û nokeran bombeyan li çiya, bajar û gundên Başûrê Kurdistanê dibarîne, jin, ciwan, zarok, extiyar sivîlan; gelê me qetil dike. Dewlet Tirk a faşîst mêtinger dagirker neçar e ku li pêşberî berxwedana bi rûmet a gelan têk biçe. Gelên me wê nokeran, xiyanetê û komkujiyan ji bîr neke."

Razmûhî destnîşan kir ku dewleta Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê dest bi operasyonên dagirkeriyê kiriye, li bin guhê berxwedana gerîla ketiye û got, "Artêşa bûrjûva ya Tirk mêtinger ku li pêşberî îradeya şer û daxwaza azadiyê ya gerîla bêçare maye, bi teknîkê seferber bûye, lê li pêşberî îrade û hêza afirîner a gerîla ji niha ve tengav bûye.

Razmûhî qetilkirina 3 jinên li gundekî Kobanê bi bîr xist û got, "NATO û Rûsya hevkariya vî sûcî dikin. Li dijî şoreşa me ya jinê ya Rojava ku bi pêşengiya jinên Kurd pêk hat êriş tên kirin. Em ê tola van êrişan, tola her jineke tê qetilkirin hilînin. Em dixwazin gotina ku têkoşîna gelê Kurd a li dijî mêtingeran vedibêje bi bîr bixin: 'Siwar hatin peya çûn'. Şerê me wê heta azadiya xaka Kurdistanê bidome."