Rapora salane ya binpêkirinên mafan ên li girtîgehan

MED TÛHAD-FED’ê derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan raporek amade kir. Di raporê de hate diyarkirin ku jiyana girtiyan di xetereyê de ye û divê heyet ber bi Îmraliyê ve were şandin.

MED TÛHAD-FED’ê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan kir rapor. Binpêkirinên mafan û zextên li ser girtiyan, ji aliyê girtî û malbatên wan ji MED TÛHAD-FED’ê re hate şandin.

Di raporê de hate diyarkirin ku di dema şewbê de tevdîrên pêwist nehatine stendin û ji ber vê jî jiyana girtiyan di xetereyê de ye.

Di raporê de qala daxuyaniya di 8’ê Mijdarê de ya Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan hate kirin ev tişt hate diyarkirin, “ Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan diyar kiribû ku li 368 girtîgehan li 117 girtîgehan nexweşên pozîtîf hatine dîtin û 12 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Ev jî diyar dike ku li girtîgehan tevdîra ji bo şewbê tune û hatiye xwestin ku hemû girtîgeh têkevin bin tecrîdê. Ji ber vê jî girtiyan di 27’ê Mijdara 2020’an de ji bo rakirina tecrîda di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li hemû girtîgeh û civakê tê kirin, dest bi greva birçîbûnê kirine.”

‘JIYANA GIRTIYAN DI XETEREYÊ DE YE’

Di raporê de qala zext û binpêkirinên mafan hate kirin û ev tişt hate diyarkirin:

“*Li girtîgehan mafê bikaranîna xizmeta tendirustiyê ji zû ve ye tê astengkirin. Bi pandemiyê re ev rewş hatiye asta ku nayê tehamulkirin. Gelek girtiyên nexweş hene ku nikarin di girtîgehan de bimînin û gelek girtiyên nexweş jî li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane.

*Li gelek girtîgehan nexweşiya koronayê hatiye dîtin. Di warê tevdîr û sekinandina belavbûna wê de tiştên pêwist nehatine kirin û tedawî jî kêm hatine kirin. Di 2’ê Cotmehê de girtiyê bi navê Mûhammed Emir ji ber koronayê jiyana xwe ji dest daye.

*Li Girtîgeha Jinan a Amedê pêkanîna cotkelepçeyan didome. Girtî bi pêkanînên wisa yên dermirovayiyê tên tedawîkirin.

*Li gelek girtîgehan rûmeta mirovayetiyê û şertên pandemiyê nayên naskirin û li ser girtiyan lêgerîna bi tazîtî tê ferzkirin. Bi taybetê li Girtîgeha Nimreya 1’ê ya Amedê û li Girtîgeha Jinan a Amedê lêgerîna bi tazîtî demeke dirêj di rojevê de ma.

*Di serî de rojnameya Yenî Yaşamê gelek kovar û rojname bêyî biryara dadgehê li girtîgehan hatine qedexekirin. Bi taybetî kovar û rojnameyên bi Kurd bi hinceta wergêr tune destûr nayê dayîn ku ev pirtûk û kovar têkevin girtîgehan.

*Di çapemeniyê de jî hatiye diyarkirin ku bêyî biryara girtiyan girtî sewqî bajarên ji malbatên xwe dûr tê kirin. Girtiyên li girtîgehên dûr bi name û serlêdanan de diyar kirin ku li ser wan tecrîdeke mezin heye.

*Li girtîgehan yek ji xala herî sereke jî lêpirsînên dîsîplînê yên kêfî ne. Ji ber van cezayan derketina girtiyan tê sekinandin û astengkirin. Bi taybetî nîqaşeke biçûk a bi gardiyanan dibe sedema lêpirsînê.

*Li gelek girtîgehan gelek girtiyên nexweş hene. Divê şertên tedawiyê ya girtiyan were pêkanîn.

*Li girtîgehan li gelek qadan kamera hene. Divê ev kamerayên li qadên mahrem ên girtiyan werin rakirin.

*Ji bo pêkanîna xebatên çandî û civakî divê derfet ji girtiyan re were avakirin.

*Heta ku girtî werin berdan divê xwarin û vexwarina wan baş were kirin û takviyeya wîtamînê were kirin.

*Girtîgeha Îmraliyê de di serî de divê li ser hemû girtiyan lêkolîn were kirin ku bê ka tevdîrên hatine stendin li gorî standardan e yan na. Divê hiqûqnas, rêxistinên mafên mirovan û nûnerên hikumetê jî di nav van heyetan de cih bigirin.”