PDG: Rejîma qesrê ya faşîst kujerê girtiyên nexweş e

Platforma Dengê Girtiyan, destnîşan kir ku dewleta Tirk bi neberdana girtiyê nexweş Abdulkadîr Kûday bi zanabûn ew terkî mirinê kirin û ji bo çalakiyên ku wê li Parîs û Kolnê bi dirûşma "Girtiyên Nexweş berdin, Dawî li Tecrîdê Bînin" banga tevlîbûnê kir.

Platforma Dengê Girtiyan (PDG), der barê qetilkirina Abdulkadîr Kûday ê ku yek ji sedan girtiyên nexweş ên li girtîgehan bû daxuyaniyek da û banga serbestberdana girtiyên nexweş kir. PDG’ê, ji bo xwedîderketina li girtiyên nexweş û şikandina tecrîdê, bang li her kesî kir ku di 5'ê Cotmehê de li Parîs û Kolnê bi dirûşmeya 'Girtiyên Nexweş Berdin, Dawî li Tecrîdê Bînin' tevlî çalakiyan bibin.

Daxuyaniya platformê bi vî rengî ye:

“Polîtîkaya dewleta Tirk a faşîst a kuştina girtiyên nexweş, bû sedema mirina girtiyekî din.

Girtî Abdulkadîr Kûdayî yê sedî 98 astengdarbû û tevî rapora ‘ew nikare li girtîgehê bimîne jî’ nehat berdan duh li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê jiyana xwe ji dest da. 

Di pêvajoya ku nexweşiyê Abdulkadîr Kûdayî giran dibû de ÎHD'ê, parêzerê wî, xizmên girtiyan û saziyên demokratîk ji bo serbestberdana wî her roj bang kirin. Lê tevî van bangan jî Kûday ne hat berdan û di 2'yê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da.

Kûday ku ji bilî Amyotrofîk Lateral Sklerosis (ALS) nexweşiyên wî yên din hebûn, di rojên dawî de daketibû binê 40 kîloyî. Kûday di 10’ê Tîrmeha 2023’yan de krîza dil derbas kir û parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD) jî fikara ew ê krîzek nû derbas bike parve kiribûn. 

BI SERBEST NEBERDANA KÛDAYÎ BI ZANABÛN EW TERKÎ MIRINÊ HAT HIŞTIN

Parêzer Tahîr Demîrcî ku di 17'ê Îlonê de çûbû serdana Abdulkadîr Kûday, hişyarî da ku dibe di her kêliyê de agahiya nebaş were girtin û ji bo serbestberdanê bang kiribû. 

Lê belê dewleta Tirk Abdulkadîr Kûday bernedaye û bi zanebûn ew terkî mirinê kiriye.

Rejîma Qesra faşîst a ku bi ferzkirina şertên dijmirovî li ser girtiyan bi binpêkirina mafan ên weke tecrîd, êşkence, ferzkirina lêgerîna tazî, ne dermankirina nexweşann, ferzkirina muayeneyên bi kelepçe, astengkirina mafê ragihandinê, qedexeya telefonê, qedexeya weşanên bi dem û bê dem, pirtûk û nameyan, sînordarkirina dema hewayê, pêşîgirtina li tehliyeyan û şewitandina înfazan, kujerê girtiyên nexweş e. 

JI BO PARÎS Û KOLNÊ EM BANG DIKIN

Weke PDG’ê em bang li hemû parêzvanên mafên mirovan, sazî û rêxistinên demokratîk dikin ku xwedî li girtiyên nexweş derkevin.

Em bang li hemû gelê xwe dikin ku di 5'ê Cotmehê de li Parîs û Kolnê bi dirûşmeya "Girtiyên Nexweş berdin, dawî li tecrîdê bînin" ji bo xwedîderketina li girtiyên nexweş û şikandina tecrîdê tevlî çalakiyan bibin. Divê girtiyên nexweş demildest serbest bên berdan! Tecrîd êşkence ye û divê demildest bi dawî bibe!

Navnîşanên çalakiyên di 5'ê Cotmehê roja Şemiyê de bên lidarxistin bi vî rengî ne:

PARÎS

Saet: 13:00
Navnîşan: Strasboûrg Saînt-Denîs Kemer

KOLN
Saet: 15:00
Navnîşan: Heumarkt