Rapora ÎHD’ê: Ji bo girtiyan tedbîr koronayê nayên girtin

Şaxa ÎHD’ê ya Wanê, binpêkirinên mafan ên li girtîgehên bajar bi raporekê eşkere kir. Di raporê de hate diyarkirin ku şewba korona jiyana girtiya tehdîd dike û bal kişand ku ti tedbîrek nayên girtin.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê derbarê rewşa girtîgehên li Wanê rapora ku amade kir li avahiya komeleyê bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kir.

Seroke Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Murat Melet û rêveberên komeleyê amade bûn.

Ewil Melet hin agahî dan û got: "Şaxa ÎHD'ê heyetek şandin girtîgehê û li ser tespîtan rapor amade kiriye. Gelek mirov neheq û li dijî hiqûqê girtî ne. Li Tirkiyeyê piştî vîrûs belav bû ewil hinek tedbîr hatin girtin. Hêj li girtîgehên Tirkiyeyê 300 hezar mirov girtî ne. Em dizanin ku Wezareta Dadê ji bo van mirovan bi qasî tê xwestin tedbîran nagire. Em tiştekî nekin jî her meh em diçin girtîgehan û raporan amade dikin. Em dizanin ku bê hiqûqiya li girtîgehan wîcdanan birîn dike. Divê li girtîgehan tedbîr bên girtin. Bêyî ku gelek mirov li girtîgehan jiyana xwe ji dest bidin divê tedbîr bên girtin."

Piştre rêveberê komeleyê Servet Ertak, diyar kir ku di 10'ê Cotmehê de li Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi girtî Feyyaz Başak, Medya Aslan, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê bi Ferhat Sayiner û li Girtîgeha Tîpa F a Wanê jî bi Yunus Durdu re hevdîtin kirine û wiha got: "Piştî van hevditinan li ser nerînên wan û çavdêriyên xwe me raporek amade kir.

Çavdêrî û tesbîtên di raporê de cih digirin wiha ne:

"* Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê, Girtîgeha Ewliha Bilind a Wanê û Girtîgeha Tîpa F a Wanê, girtî li dijî şewba COVİD-19'ê nikarin sûdê ji mafê xwe yên zagonî bigirin. Tedbîrên tên girtin pir kêm in.

* Zextên li ser girtiyan bi gelemperî didomin.

* Rêveberiya girtîgehê bi rêbazên li dijî parastina şewba vîrûzê nêzîkî girtiyan dibin. Malzemeyên dezenfektan, destmala şil û lepikan bi buhayê pir zêde difiroşe wan. Malzemeyên paqijiyê pir bi sînor in.

* Bêyî sedem nîşan bide rojname, pirtûk û kovarên bi kargo ji wan re tên şandin, nadtin girtiyan.

* Li gel Rewşa Awarte (OHAL) bi dawî bûye jî dîsa li dijî peymanên navneteweyi ku Tirkiye îmze kirne tev digerin. Ev me dixe nav fikaran.

* Rêveberiya Girtîgehên Tîpa T, Tîpa F û Ewlehiya Bilind a Wanê, mafê azadiya agahdarkirinê û agahîgirtinê binpê dike.

* Dîsali 3 girtîgehan amfê wan ê fîzîkî û yên civakî tên binpêkirin.”