‘Ramanên Ocalan hêviya gelan e’

Hevserokê Giştî yê KCD'ê Bedran Ozturk diyar kir ku bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser tevahiya Rojhilata Navîn e û tecrîd gelê Tirkiyeyê tene dihêle.

Hevserokê Giştî yê KCD'ê Bedran Ozturk diyar kir ku bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser tevahiya Rojhilata Navîn e û tecrîd gelê Tirkiyeyê tene dihêle û got: “Hikûmeta AKP’ê bi girankirina tecrîda li ser Birêz Ocalan re li Kurdistanê dest bi polîtîkayên şer kiriye, li Rojava û Başûrê Kuristanê kete hewldana dagirkirina xaka Kurdistanê.”

Li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Abdullah Ocalan tecrîda girankirî tê meşandin. Hemû mafê hevdîtina malbat, heyet û parêzeran a ji ser Birêz Ocalan hatiye qutkirin. Hemû mafê ragihandinê ji destê wî hatiye girtin. Ev pêkanîna ceza ji Girtîgehên Tîpa F yên din cudatir e. Ji 2011'an heta niha 7 sal in parêzer nikarin biçin Îmraliyê. Ji 2015'an heta niha heyet nikarin biçin. Ji 2016'an heta niha jî malbat nikarin biçin Îmraliyê û nikarin bi Ocalan û girtiyên din re hevdîtin bikin. Hikûmeta AKP’ê bi girankirina tecrîda li ser Birêz Ocalan re li Kurdistanê dest bi polîtîkayên şer kirin, li Rojava û Başûrê Kuristanê kete hewldana dagirkirina xaka Kurdistanê.

Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Bedran Ozgurk pirsên ajansa me ANF’ê yên der barê tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan de, konsepta şer ya AKP û hewldana dagirkirina xaka Kurdistanê li Rojava, Başûr û rageşiyên di rojevê de bersivandin.

‘DIXWAZIN TIRKIYEYÊ TÊXIN BIN TECRÎDÊ’

Ozturk diyar kir ku ji 5’ê Nîsana 2015'an û şûnde heyet nikarin biçin Îmraliyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nikare hevditinan bike. Bi vê yekê dixwazin Tirkiye têxin bin tecrîdê. Dixwazin hemû mirovên Tirkiye di bin şertê tecrîdê de bidin jiyandin. Tecrîd li dijî aştî, demokrasiyê ye. Ozturk anî ziman ku tecrîda li ser Îmraliyê polîtîkaya şer e û wiha axivî: “Li Îmraliyê bi destê hêzên emperyal pergalek girîng û cuda ya tecrîdê ji roja ewil heta niha hatiye avakirin. Armanca sereke ya hêzên emperyal, têkiliya Ocalan bi civakê re bibirin û pêşî li ramanê Ocalan bigrin. 19 sal e tecrîdek girankirî û bi sistematik li ser Birêz Ocalan tê meşandin û li dijî tecrîdê berxwedanek bê hempa Birêz Ocalan dide meşandin. Birêz Ocalan bi berxwedana xwe hemû polîtîkayên tecrîdê têk biriye. Birêz Ocalan bi ramanên xwe pêşiya gelê Kurd û tevahiya gelên Rojhilata Navîn vekir û xetek jiyanê nîşan da.”

‘RAMANÊN OCALAN HÊVIYA GELAN E’

Ozturk da zanîn ku ramanên Ocalan li Rojhilata Navîn bûye hêviyek û wiha pê de çû: “Demek dirêj e li Sûriyeyê şerekî kûr heye û kesên di nava vî şerî dene ti plan û projeyên wan tinene. Lê belê dema ku em li Bakurê Sûriyeyê dinêrin xwedî projene û li wir modelek tê avakirin. Cihê hemû gel û baweriyên cuda cuda divê projeyê de heye. Ev jî bi berxwedana Birêz Ocalan ketiye meriyetê, ji bo ku ramanên Ocalan şîn nebin û nekevin dewrê, hikûmeta AKP’ê tecrîd li ser Birêz Ocalan giran kir. Kesên tecrîdê giran dikin, alîgirên şer in û dixwazin şerekî kûr li hemberî ramanên aştiyê bidin destpêkirin, bi şêwazên xwe yên berê ketine dewrê de. Çawan ku berê ev şêwaza şer negiha armanca xwe niha jî li dijî ramanên azad nagihe armanca xwe.”

‘DIVÊ CPT’Î NEBE AMÛRÊN LÎSTIKÊN TIRKIYEYÊ

Ozturk anî ziman ku tecrîd di şexsê Ocalan de li ser tevahiya gelên Rojhilata Navîn û gelên demokartîk tê meşandin. Ozturk bertek nîşanî rapora CPT’î ya piştî du salan aşkera kir jî da û wiha dom kir: “CPT’î saziyek ya pêşîgirtina li îşkenceyê ye. Divê CPT’i xwedî li peywîra xwe derkeve û ne li gorî daxwazên Tirkiyeyê tevbigre. Gelek bal kêşe ku dema Tirkiye bi çeteyên xwe yên OSO ketin Efrînê, CPT’î rapora xwe aşkera kir. Divê CPT’î ti carê neyê lîstika Tirkiyeyê demek ji demekê zûtir biçe Îmraliyê û rapora xwe bi raya giştî re parve bike.”

‘DUH GELIYÊ ZÎLAN ÎRO CIZÎR’

Ozturk li ser polîtîkayên şer yên AKP’ê yên li dijî Kurdan jî nirxand û wiha pê de çû: “Hikûmeta Tirkiyeyê li ser hişmendiya şexsî pergala xwe ava kiriye, ti çand, ziman, bawerî û gelan qebûl nake. Kesên ji derveyî vê pergalê jî weke dijmin dibîne û bi hemû hêza xwe êrîş dike. Li kuderê cihanê eger Kurd bixwaze xwe bi xwe rêve bibe û bixwaze bibe xwedî statu, Tirkiye dixwaze êrîş bike. Li Bakur sê sale êrîşên dijwar li dijî gelê Kurd hene û komkujiyên herî giran pêk hatin. Ti carê jêrzemînên Cizîrê nayên jibîr kirin. Duh li geliyê Zîlan mirovên me qetilkirin û şewitandin, îro jî li Cizîrê gelê me qetilkirin û bi zindî şewitandin. Heta pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê çareser nebe, li Tirkiyeyê ti pirsgirêk çareser nabe. Dijmintiya AKP’ê ya li dijî Kurdan vekirî û zelal e, berî demekê gelê Başûr xwest biçe referandumê û xweseriya xwe ragihine û Tirkiyeyê berê çeka xwe da Başûr. Berî niha têkiliyê herî xurt bi hikûmeta Başûr re hebûn, lê belê dema mijar dibe Kurd çeka xwe ya dijmintiyê li hemberî Kurdan radike. Duh Kerkuk, Efrîn, îro jî Amed, Hewlêr û Mihabat e.”

‘BERDÊLA ŞERÊ AKP’Ê GELÊ TIRKIYEYÊ DIDE’

Ozturk destnîşan kir ku berdêla şerê AKP’ê gelê Tirkiyeyê dide û ev tişt got: “Tirkiye hemû êrîşên xwe li ser dijmintiya Kurdan pêk tîne. Li Tirkiyê kaos heye û krîzek kûr heye. Li gel vê krîzê Tirkiye bi hişmendiya dijintiya Kurdan êrîşî Efrînê kir. Berdêla şerê AKP’ê yê qirêj civaka Tirkiyeyê dide, gelê Tirkiyeyê zirerê dibîne. AKP ji ber dijmintiya Kurdan tehûlî tiştekê nake, li Bakur hemû sazî û dezgehên Kurdî yên gel girtin. Bê tehmûliya li dijî ziman, saziya pêşvebirin û lêkolîn kirina ziman KURDÎ-DER girtin. Berî çend rojan hemû tebeleyên rêyan yên li ser Kurdî nivîsandine yek bi yek anîn xwarê û dijmintiya xwe ya li dijî Kurdan carek din dubare kirin.”

‘LI DIJÎ ÊRÎŞAN YEKITIYA NETEWEYÎ’

Ozturk li ser dagirkirina Efrînê û hewldana dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê jî axivî û wiha got: “Dagirkeran dema ku bi hevpeyaman Sykes-Picot Kurdistan kirin car parçe digotin, ‘Kurd ne yek in û nikirin bi hevre jiyan bikin’ welatê me kirin car parçe. Niha jî dagirker dixwazin li van parçeyan ji hevdû qut bikin û bi hemû hêza xwe êrîş dikin. Mînak, Efrîn heta niha ti kevirek jî ji aliyê Rojava de nehatiye li ser leşkerên Tirkiyeyê de. Lê belê bi çeteyên OSO re êrîşî kirin û sedan sivîl qetilkirin. Di encama 57 rojên berxwedanê de, ev jî bo zirer negihêje sivîlan berxwedêr bajar vale kir û paş ketin hindirê Efrînê. Ev li hemberî dagirkirinê berxwedanekî dîrokî ye. Hemû welatên li hemberî êrîşên Efrînê bêdeng bûn, hevkarên van êrîşane û bi Tirkiyeyê re xwedî heman ramanên dagirkirinê ne. Ji bo pêşî li hemû êrîş û xeteriyên li dijî xaka Kurdisanê divê li çar aliyên Kurdistanê Kurd li ba hevdû kom bibin û gavan ji bo Kongreya Neteweyî bavêjin. Divê hemû partî û rêxistinên Kurd berjewendiyên xwe yên şexsî bidin aliyekê û ji bo yekitiya Kurd bixebitin. Enax bi yekitiyê û li darxistin Kongreya Neteweyî ya Kurd em dikarin pêşiya êrişên li ser xaka Kurdistanê bigrin.”