Radyoya Dengê Çira Şengalê jinûve dest bi weşanê kir

Radyoya Dengê Çira Şengalê ku ev demek bû ji ber pirsgirêkên teknîkı weşana wê rawestiya bû, bi naveroka nû li ser frekansa berê jinûve dest bi weşanê kir.

Radyoya Dengê Çira Şengalê, ku demekê ji ber pirsgirêkên teknîkî weşana wê hatibû rawestandin, ji ber nebûna derfetan û şert û mercên vîrûsa koronayê, demeke dirêj nekarî weşana xwe bidomîne.

Radyoyê di 20'ê Kanûnê de pirsgirêk û kêmasiyên li pêşiya xwe çareser kir û bi naverokeke hîn dewlemendtir jinûve dest bi weşana xwe kir.

Radyo her wiha li ser malpera înternetê ya bi adresa www.cira.fm jî weşana xwe dike.

Radyoya Dengê Çira Şengalê li dorî dema herêmê her roj saet di 07:00 de bi strana Êzidxanê dest bi weşanê dike û heta saet 19:30'î bi Qewlên Êzidiyatiyê, Bernameyên Rojane, Nûçe û hwd. weşana xwe dewam dike. Weşana giştî ya radyoyê saet di 21:00 de bi dawî dibe.

Ji xebatkarên Radyoya Dengê Çira Şengalê Xelîl Helîqî û Sena Qîranî li ser dema nû ya weşanê axivîn.

Xelîl Helîqî diyar kir ku di encama ked û hewldaneke mezin de wan ji nû ve dest bi weşanê kirine û wê hewl bidin xizmetê ji civaka xwe re bikin, dengê civaka xwe, rengê çand û hunera civaka xwe ragihînin.

Li ser weşana dema bê jî Xelîl Helîqî got, "Stran û weşana me wê li gorî daxwaza guhdaran be. Em ê deng û rengê civaka xwe bi hemû cîhanê re ragihînin û hêvîdar in ku wê demeke xweş derbas bibe."

Xebatkara radyoyê Sena Qîranî jî destnîşan kir ku piştî demeke dirêj wê hewl bidin bi bername, dosya û weşana li ser nerînên xelkê xwe, xwe bigihînin guhdaran.

Adresa Malpera Radyo yê: www.cira.fm
Frankans: 101.0 MHz