Qurbaniyên qirkirina Enfalê hatin bibîranîn

Qurbaniyên ku di pêla qirkirinê ya bi navê “Enfal” de ku ji aliyê rejîma Seddam ve li dijî Kurdan hat rêvebirin jiyana xwe ji dest danî li Başûrê Kurdistanê bi merasîman hatin bîranîn.

Di 34. salvegera qirkirina ku di bin navê "Enfalê" de li dijî Kurdan hat kirin de, kesên ku jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn.

Qirkirina Kurdan di pêvajoya di navbera ji Sibatê heta Îlona 1988’an de pêk hat. Qirkirin bi fermana dîktatorê wê demê Saddam Huseyin ve hat dayin û ji aliyê pismamê wî Elî Hesen El Mecîd ve hat pêkanîn. Di êrîşên qirkirinê de zêdeyî 180 hezar Kurdên sivîl hatin qetilkirin. Ji van êrîşên qirkirinê ya herî naskirî jî bombekirina kîmyewî ya Helebceyê ya 16’ê Adara 1988’an bû.

14’ê Nîsanê weke salvegera qirkirina Kurdan li Başûrê Kurdistanê hate ragihandin.

DIVÊ HIKUMETA IRAQÊ TEZMÎNATÊ BIDE

Bi boneya 34’emîn salvegera Enfalê, Rêveberiya Şehîdan û Enfalkiryên Helebceyê ji bo bîranîna qurbaniyên enfalê tace gulek li ser bîrdariya qurbaniyên Enfalê danî.

Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Şehîdan û Enfalkiriyên Helebceyê Kameran Mistefa di merasîmê de ji çapemeniyê re axivî û got: “Em daxwazê ji hikûmeta Herêm û Iraqê dikin bi cidî li ser komkujiya enfalê rawestin. Daxwaz dikin hikûmeta Iraqê pêdawîstiyên biryara parlementoya Iraqê ya ku enfalê wek jenosîd nasandiye bi cih bîne û tazmînatê bide kesûkarên qurbaniyan.”

QURBANIYÊN ENFALÊ LI ÇEMÇEMAL HATIN BÎRANÎN

Li Bîrdariya Enfalê ya li navçeya Çemçemal a girêdayî Silêmaniyê bi tevlîbûna kesûkarên enfalkiryan merasîmek bîranînê ji bo qurbaniyên Enfalê hat li darxistin.

Di merasîmê de peyamên kesûkarên enfalkiryan û rêxistinan hatin xwendin.

Her wiha di merasîmê de pêşangehek wêneyên li ser Enfalê hatine çêkirin, hate vekirin.

Di merasîmê de Wezîrê Karûbarên Şehîdan û Enfalkiryan Ebdullah Hacî Mehmud xwest baxive. Lê kesûkarên enfalkiryan axaftina wezîr di nivîde qutkirin û rê nedan wezîr axaftinên xwe temam bike

TEVGERA AZADÎ: PÊWÎSTÎ BI DARIZANDINA NAVNETEWÎ HEYE

Desteya Rêveber a Tevgera Azadî bi boneya salvegera Enfalê daxuyaniyek nivîskî belavkir.

Di daxuyaniyê de tê diyarkirin 34 sal di ser enfalê re derbas dibe, lê heta niha jî cenazeyên qurbaniyan neanîne ser cih û warên wan, her wiha hesab ji cehş û musteşarên wê demê nehatiye pirsîn.

Di dewama daxuyaniyê de tê gotin, divê kesûkarên enfalkiryan di nava jiyanek baştir de bûyan, lê berovajî ew jiyanek gelek zehmet dijîn û heta muçeyek jî ji wan re nayê dayîn.

Di beşek din a daxuyaniyê de tê gotin, “Heta niha desthilata Kurdî nekariye mijara enfalê bixe rojeva cîhanê û wek cenosayd bide nasandin. Divê hewildanên cidî bihatan kirin daku Iraq bibûya endamê dadgeha navdewletî, daku cenosaydek din dubare nebe.”

Li dawiya daxuyaniyê de jî tê gotin, “Tevgera Azadî heta dawiyê li xwîna şehîdan xwedî derdikeve, piştgiriya tevayî daxwazên kesûkarên qurbaniyên enfalê dike. Dibêjîn hemû bi hevre li şûna danîna tace gulek, her sal em daxwaza bi cihanîna xwestekên gelê xwe bînin ziman û bi hevre li dijî dagirkeriyê rabin daku enfal û komkujiyên nû bi ser Kurdan neyên.”

MEXDÛRÊN GERMIYANÎ WÊ TEVLÊ PÎROZBAHIYA FERMÎ NEBIN

Îro li ser enfala mezin a li dijî gelê Kurd re 34 sal derbas dibin ku rejîma Baas li dijî gelê Başûrê Kurdistanê pêk anî û di encamê de 182 hezar kes hatin qetilkirin.

Bi boneya salvegera vê komkujiyê, kesûkarên qurbaniyên enfalê yên Germiyanê çûn ber girtîgeha Nugre Selman û li wê derê qurbaniyên Enfalê bibîranîn.

Hêjayî gotinê ye, Girtîgeha Nugre Selman yek ji girtîgehên herî xirab ên di dema rejima Baas de bû. Di dema Enfalê de piraniya kesên hatin qetilkirin birin vê girtîgehê, piştre jin, zarok û zilam ji hev hatin cûdakirin û bi zindî hatin binaxkirin.