Qurbaniyên li Kortekê bi bayê bezê hatin veşartin

Sivîlên li Kortekê ji aliyê hêzên dagirker ên Tirk ve hatin kuştin bi zexta YNK'ê bi bayê bezê hatin veşartin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, her sê sivîlên hatin kuştin wê bi merasîmeke girseyî bihatina veşartin.

Lê belê ji bo ku merasîm veneguhere hêrsa li dijî dewleta Tirk û hevkarên wê, nûnerên YNK'ê yên herêmê ketin dewrê.

Nûnerên YNK'î bi malbatê re axivîn û kirin ku cenaze bi şev bi bayê bezê bên veşartin.

Balafirên şer ên Tirk êvara Pêncşemê bombe li sivîlên li Kortekê barandibûn û 3 sivîl kuştibûn 5 jî birîndar kiribûn.