QSD: Em ê li dijî terora DAÎŞ’ê têkoşîna xwe bidomînin

QSD’ê di derbarê qetlîamên DAÎŞ’ê ya li Reqayê dijî sîvîlan pêkanîbû de daxûyaniyek da û got: "Îro çeteyan li gundê Sefsafa bi topên hawan ve êrîşê konê koçberan kir, di vê êrîşê de bi dehan sîvîl birîndarbûn."

Hêzên Sûryeya Demokratîk (QSD), ragihand ku çeteyên DAÎŞ’ê di 5’ê Nîsanê de li gundê Menzîl ê ku 25 km dikeve bakurê Reqayê, sivîlên ku nexwestine bibin mertalên zindî qetilkirine.

QSD’ê diyarkir ku di vê qetlîamê de 7 sîvîlan jiyana xwe ji dest dane, di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Îro çeteyan li gundê Sefsafa bi topên hawan ve êrîşê konê koçberan kir, di vê êrîşê de bi dehan sîvîl birîndarbûn.

Ev êrîş dide nîşanadan ku ka çiqas çeteyên DAIŞ'ê zeîf bûne.

Em soz didin gelê xwe, em ê li dijî terorê têkoşînê bikin,wê dawiya terorê bi destê zarokên Sûryeyê ve pêk were.”