QSD’ê ji bo ‘herêma biewle’ şert danî: Baweriya navnetewî

QSD‘ê piştgirî da avakirina herêma bi ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi şertê ku di bin garantiya navdewletî de be ku hemû pêkhate û etnîkên herêmê ji xeteriyên qirkirinê biparêze.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê avakirina herêmeke bi ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku tê qalkirin daxuyaniyek nivisîkî weşand.

QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;

"Hêzên me, Hêzên Sûriyeya Demokraîtk (QSD) ji destpêka hatiye damezirandin heya dîroka îro, di çarçoveya erka xwe ya li terora rêxistina DAÎŞ û rêxistinên dîtir yên tundraw de bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî ya ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) serkêşiya wê dike kedeke mezin dide û serkeftinên mezin bi dest xistin.

Niha û hertim, mîsyona parstina hemû pêkhateyên herêma Bakur û Bakurê Rojhilatê Sûriyê tam bi cih tîne. Em teqez dikin ku herêmên me tekane herêm in ku hemû pêkhateyên Sûriyê bi hev re dijîn, xeteriyên me li ser derve an jî dewletên cîranê, bi taybet Tirkiyê tinene. Em hêvî dikin ku bighêjin lihevkirin û çareseriyê ku ewlehiya herêmên li ser sînor pêk bînin.

Em Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo avakirina herêmeke bi ewle li Bakur û Bakurê Rojhilatê Sûriyê ku tê behskirin, amade ne destekê bidin bi şertê ku di bin garantiya navdewletî de be ku hemû pêkhate û etnîkên herêmê ji xeteriya qirkirinê bêne parastin û rê li ber destwerdanên derve bigire."