Qoricî Cûdî dişewitînin

Li Çiyayê Cûdî beriya 3’ê rojan qoriciyan agir berda çiya û nahêlin şewat were tefandin.

Li Çiyayê Cûdî yê nêzî bajarokê Gorumlu yê navçea Sîlopya ya Şirnexê  beriya 3 rojan qoriciyan agir berda çiya.

Şewat li herêma nêzî nuqteya leşker û qoriciyan ji aliyê qoriciyan ve  hate derxistin, qereqola bajarokê jî nahêle şewat were tefandin.

Şewata ku bi rojan e dewam dike û berbelavî herêmê dibe, dûmanê reş li navenda navçeyê jî tê dîtin.