Qirkirina siyasî: 12 kes hatin destgîrkirin

Li Mêrdîn û Şirnexê di operasyonên qirkirina siyasî de 12 kes hatin destgîrkirin.

Li navçeyên Artûklû û Kerboranê yên Mêrdînê û li navçeya Hezexê ya Şirnexê vê sibehê di serdegirtinan de 12 kes hatin destgîrkirin.

Li taxa Saraçoglû ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê di serdegirtinê de Ramazan, Agît û Heja Kalkan ên ji heman malbatê û Hîvîdar û Berîvan Taş hatin destgîrkirin. Firat Akar û Rojhat Altaş jî li navçeya Artûklûyê hatin destgîrkirin. Hate ragihandin ku operasyona qirkirina siyasî di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya têkildarî kongreya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hatiye kirin. Li gorî agahiyan, kesên hatin destgîrkirin wê bibin Amedê.

Li Kerboranê jî Merve Ogûz û kesekî navê wî nehate hînbûn hatin destgîrkirin.

Di vê navberê de li Mêrdînê 17 kesên ku doh hatin destgîrkirin li Fermandariya Jendermeyan têne ragirtin.

ŞIRNEX

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê di serdegirtina malan de Civan Karavîş, Umît Geçgel û Yûsûf Kargol hatin destgîrkirin. Hate ragihandin ku hersê kes birin midûriyeta emniyetê ya navçeyê.