Qirkirina Pirsûsê: Dîmenê 5 saet li ku ye?

Rûniştina doza Qirkirina Pirsûsê hate kirin. Derket holê ku di roja qirkirinê de dîmenê 5 saetan neketiye dosyeya dozê.

Danişîna doza 33 ciwanên li ser organîzasyona SGDF'ê dê pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibirina û di teqîna DAIŞ’ê ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê de di 20’ê Tîrmeha 2015’an de pêk anî û jiyana xwe ji dest dan hat dîtin. Danişîna 9’emîn li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin.

Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan, malbatên gaziyên Pirsûsê, Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, Parlmanterên HDP’ê Ayşe Surucu û Nusrettîn Maçîn, rêveberên HDP, ESP, endamên Meclîsa Jinan a Sosyalîst, endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk, parêzerên ji Amed, Stenbol û Rihayê hatin doz şopandin.

Eskerên salona danişînê dorpêç kiribûn lêgerînê li ser her kesî pêk anîn û xwestin her kes telefonê xwe bigirin.

Tekane bersûcê dozê Yakup Şahîn ji girtîgeha lê girtî ne bi rêya dîmen SEGBÎS’ê beşdarî dozê bû.

Metîn Kiliç ê di komkujiyê de hevjîna xwe Ferdane û kurê xwe Nartan Kiliç winda kir jî mikûrhatina ji fermandarê DAIŞ’ê yê Tirkiyeyê Ilyas Aydin ku di Ajansa Mezopotamya de hat weşandin bi bîr xist û xwest der barê Aydin ê DAIŞ’î de lêkolîn bê kirin.

Ji mexdûrê komkujiyê Fetî Aydin jî bertek nîşanî dadgehê da û got: “Ka edaleta we li ku ye? Hêj hûn nikarin kujer bînin salonê.”

Çagla Seven jî got: “Ilyas Aydin ê dibêje ku bi dewletê re bazarî kirine. Baş e ev bazar ji bo kê kiriye? Têkildarî canê me bi kî re bazariyê kiriye? Hûn dixwazin li ser van pirsan lêkolînê bikin?” Seven xwest bersûc Yakup Şahîn bînin salonê beşdarî danişînê bikin.

Piştî malbatan, ji parêzerên dozê Kader Tonç daxuyand ku dîmenên MOBES’ê yên têkildarî roja bûyerê cara ewil li dosyeyê bar kirine. Tonç anî ziman ku li gorî dîmenên li dosyeyê bar kirine lêkolîn kirine û 5 saet dîmenên piştî komkujiyê hatine birîn. Tonç pirsa van dîmenan ji dadgehê kir. Tonç ji bo van dîmenan xwest lêkolîn bê kirin û ew dîmenên hatine birîn li dosyeyê bên barkirin.

Parêzer Gulhan Kaya jî xwest li rewşa endamên DAIŞ’ê yên li Sûriyeyê hatine girtin divê bên lêpirsînkirin û mikûrhatinê Ilyas Aydin ê DAIŞ’î divê li ber çavan bê girtinê.

Dozger xwest bersûc Şahîn girtî bê darizandin. Heyeta dadgehê ji bo hemû kêmasiyên dosyeyê temam bibin û îfadeyên Ilyas Aydin ê fermandarê DAIŞ’ê bên berhevkirin danişînê taloqî 7’ê Tebaxê kir.