Qîrîna li dijî dagirkeriyê: Mertalên Zindî yên li Bradostê

Jin ên ciwan ên tevlî çalakiya 'Mertalên Zindî' ya li Qendîlê bûne, diyar kirin ku wê berxwedana xwe ya li dijî sîstema dagirker bidomînin.

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê 14'ê Hezîrana 2019'an li Qendîlê Komalên Ciwan dest bi çalakiya "Mertalên Zindî" kir.

Çalakiya Mertalên Zindî 17 roj li pey xwe hişt. Endamên Tevgera Jinan a Ciwan ên tevlî çalakiyê bûne êrîşa dewleta Tirk a li Kortekê şermezar kirin û ji bo mezinkirina çalakiya Mertalên Zindî bang kirin.

Canda Efrîn diyar kir, armanca dewleta Tirk jêbirina dîroka Kurdan û got, "Di heman demê de dixwaze serweriya xwe ferz bike, ji aliyê fîzîkî û cografî ve qirkirinê bike. Navê PKK'ê bi kar tîne û her roj jin û zarokan dikuje. Balafirên şer 28'ê Hezîranê li Çiyayê Kortekê li sivîlan dan û komkujî kirin. Di encamê de sê kesên ji malbatekê yên serdana malbatê dikirin şehîd bûn. Bêdengiya hikumeta herêmê ya li pêşberî êrîşan didome. Bêdengî tê wê wateyê ku dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê dipejirînin. Bi taybetî piştî ku Serokê Herêma Kurdistan serdana Tirkiyeyê kir êrîşên bi vî rengî zêde bûn. Divê em li pêşberî van nêzîkatiyan bêdeng nemînin û tola şehîdên Kortekê hilînin."

Canda gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci jî bi bîr anî û got, "Divê jin bi ruhê Zîlan li ber xwe bidin û bersivê bidin pêvajoyê."

Canda bal kişand ser armanca çalakiya Mertalên Zindî û got, "Armanca me ji vê çalakiyê rabûna li ber dagirkeriya Tirk e. Ne tenê li Başûrê Kurdistanê, em dixwazin dagirkeran ji tevahiya Kurdistanê derxînin." Canda destnîşan kir, heta ku Kurdistan azad bibe wê çalakiyên xwe bidomînin.

QÎRÎNA AZADIYÊ YA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ

Ji çalakgeran Avesta Xabûr jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya provokasyonan hewl dide gel ji cografyaya wan derxîne, bi hincetnîşandana PKK'ê sivîlan qetil dike û got, "Bi rêya van êrîşan xwestin ku gel bitirsîne û tevgera PKK'ê jî neyînî nîşan bidin. Lê belê gel li dij derket û nîşan da ku PKK gel e, gel jî PKK ye. Di komkujiya Kortekê de sivîlên extiyar, ciwan, jin hatin kuştin. Tevî vê yekê hikumeta Iraqê bêdeng e. Bêdengî jî nîşaneya sîstema desthliatdar, dagikerî û sîstema baviksalarî ye. Dixwazin di nava gel de şerekî taybet bimeşînin. Lê gelê me, jin ên ciwan û ciwan hemû hewldanên dagirkeriyê têk birin û bûn qîrîneke azadiyê."

Xabûr diyar kir ew ji Kerkûk, Silêmaniye, Germiyan û Raperînê tevlî çalakiyê bûne û ragihand, armanca wan ew e ku bibin yek deng, dagirkeriyê têk bibin û di vê çarçoveyê de wan bi şiyara 'Serî hilde' çalakî dane destpêkirin.

Xabûr herî dawî bang li ciwanan kir û got, "Roj roja me ye. Dîrok derfetê dide me ku em karibin hêza xwe nîşan bidin. Ji bo xurtkirina berxwedana me em bang li ciwanan hemûyan dikin ku tevlî vê çalakiyê bibin. Ev çalakî wê bibe bersiva herî mezin a li dijî dijmin. Bêdengî tê wateya qebûlkirina dagirkeriyê. Em bi ruhekî ji bo armanca xwe li ber xwe bidin."