Qîrîna Dayîka Şehîdên Şengalê digihîje asîmanan

Di 14’mîn salvegera bîranîna şehîdên teqîna Til Izêr û Sîbayê de qêrîna Dayîkeka Şehîdan digihîje asîmanan û dibêje ez hawar dikim ku hestiyên zarokên min ji gorên komî derxin, lê kes bi hawara min nayê.

14’ê Tebaxa 2007’an li bajarokê Til Izêr û Sîba Şêx Xidir ên girêdayî Şengalê êrîşên dijwar ên bombeyî pêk hatin. Êrîş bi 4 wesayîtên bombebarkirî pêk hatibû û di encamê de komkujî pêk hatibûn. Têkildarî hejmara qurbanî û birîndaran zanyariyên fermî nehatibûn dayîn, lê li gorî agahiyên ne fermî di êrîşan de li Til Izêr 350 û Sîba bi giştî 600 kes şehîd bûn û 7 sed kes jî birîndar bûn. Her wiha aqûbeta hinek welatiyan nehat zanîn. Dîsa ziyaneke gelekî mezin a madî pêk hat. Di salvegera 14’an a komkujiyê de li Nehiya Til Izêr merasîmek bi heybet hate lidarxistin, Di merasîmê de ku YBŞ jî beşdar bû, soza tolhildana şehîdên Êzidxanê hat dayîn. Merasim  li cihê ku teqîn pêkhatî bi tevlîbûna bi sedan kes bi deqeyekê rêzgirtinê destpêkir.

Di merasîma ku ji aliyê Rêvebriya Xweser a Şengalê ve hatibû rêxsitinkirin de gelek peyam hatin dayin. Şervanên YBŞ û YJŞ û Asayîşa Êzidxanê merasîmek leşkerî lidarxistin.

Yek ji peyamên ku wijdana mirovahiyê dihejîne axaftian dayîka Şehîdan Şemê Dêro bû ku di nava civaka Êzidî de bi Dayê Şemê tê naskirn. Dayika Şemê di serî de sipsaiya her kesên ku li ber barê wan rabûn û bi taybetî YPG û PKK’ê dike û hawar dike ku hestiyên zarokên wê ji gorên komî derxin.

Dayîka Şemê a ji nahiya Til Izêr ku şahidî ji Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an û Teqîna 14’ê Tebaxa 2014’an kiriye, bi berdewamî hawar dike û banga yekîtiyê li Êzidiyan dike û dibêje: “Em her dem rastî ferman tên, her kes êrîşê me dike û heya niha kes xwedî li me dernektiye. Ev bûn çend sal ku heya niha  bi dehan zarokên me di  gorên komî de ne, bi hezaran jin û zarokên me di destê çeteyan de ne û kesî ew venegerandine. Em bang li  her kesî dikin ku bi hawara me werin û zarokên me ji destê çeteyan derxin. Ji mlabata min 13 kes di gorên komî de ne, em dikin nakin kes hestiyên qurbaniyên me ji gorên komî dernaxe.

 Eger bixwazin dikarin di demkî kurt de hestiyên hemû şehîdên me ji gorên komî derxin, lê kes dilê wan bi me naşewite. Ez tevahiya şehîdên Êzidxanê wek şehîdên xwe dibînim û derdê me hemûyan yek e.”