Qeyûmê talanker niha jî çav berdaye Keleha Artemêtanê

Qeymeqamê talanker Atif Çîçeklî ku dest daniye ser Şaredariya Artemêtanê, beriya niha li ser goristana Ermeniyan tiwalet çêkiribû û niha jî ji bo kafeteryayê li Keleha Artêmtanê çêbike, dest bi kar kir.

Walî û qeymeqamên Tirk ên ku dest danîne ser şaredariyên DBP'yî, li deverên ku lê bûne qeyûm dîrok û xwezayê xera dikin, talan dikin.

Qeyûmên ku Sûlava Bêgirê ji bo 49 salan kirê kirin û li Artemêtanê goristana Ermeniyan gemarî kirin, bi her awayî hewl didin dîrok û xemla bajarên Kurdan talan bikin. Talankerê li Artemêtanê Atif Çîçeklî li ser goristana Ermeniyan tiwalet çêkiribû û tevî ku Wezareta Çand û Tûrîzmê biryara hilweşandina vê tiwaletê da, Atifli gotibû, 'Goristaneke din hebe ez ê li wir jî lavabo çêbikim' û destûr nedabû hilweşandina tiwaletê. Çîçeklî bi ya xwe kir û niha jî çav berdaye Keleha Artemêtanê.

Talanker Çîçeklî ji bo Keleha Artemêtanê projeyek amade kir û ji bo çêkirina kafeterya û restoranê karê înşaetê da destpêkirin.

Serokê Komeleya Hawirdorê ya Wanê (ÇEV-DER) Alî Kalçik diyar kir ku keleha navborî cihekî dîrokî yê bedew e ku her tûrîstê tê Wanê dixwaze bibîne û got, "Gola Wanê ji wê derê xweş tê dîtin. Li aliyekî mirovan çiyayê Artosê, li aliyê din jî çiyayê Sîpanê. Nabe ku mirov dest bidin hin deverên dîrokî. Hûn rabin li wê derê dêrê jî çêbikin, mizgeftê jî çêbikin ev yek nabe. Karê ku tê kirin ji bo feydeyê bigihîne hinekan tê kirin. Berhemên dîrokî nirxên hevpar ên gel in. Kafeteryayê lê çêdikin. Dibe ku sibe rabin ji mirovên serdana kelehê dikin pere jî bixwazin. Ew der qadeke sîtê ye, bi ser Midûriyet Tûrîzmê ya Çandê û Desteya Parastina Hebûnên Dîrokî ye. Nabe ku înşaet lê were çêkirin. Em ê serî li dadgeriyê bidin."