Qeyûmê qedexe kir ku karkerên ji şaredariyê hatine avêtin bikevin şaredariyê

Qeyûmê Şaredariya Mezin a Mêrdînê 8 xebatkar bi hin hincetan ji kar avêtin.

Şaredariya Mezin a Mêrdînê 8 xebatkar bêyî ku wan agahdar bike ji kar avêtin û her wiha qedexe kir ku kesên ji kar hatine avêtin bikevin şaredariyê.

Bi hinceta ku ‘’bi domdarî nehatine mesaiyê’ ji kar hatin avêtin lê 8 kesên ku ji kar hatin avêtin gotin kut iştekî wiha nîn e. Ji bilî jikaravêtinê her wiha biryar hatiye dayin ku kesê ji kar hatine avêtin nikarin bikevin hundirê şaredariyê jî. Serokê Daîreya Beşdarî û Dabînkirina Kanan Erhan Berhamoglu got ti rastiya wan hincetan nîn e û got li dadgehê ew ê weke şahdi biaxive.

Kesên ku ji kar hatin avêtin:

Yusuf Erdem
Meltem Aslan 
Selma Göksun
Seyran Demirel Şenlik
Sait Abukan
Abdurrahman Yiğit
Emrullah Karagoz
Rojda Bariş