Qeyûmê li Wanê dizekê dilsoz ê dewletê ye

Qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi cih bûye, ku dijminê jinan e, mafê jinan ê çûyîna bê pere ya bi otobusan betal kir û ev çûn û hatin li karmendên dewletê yên xwedî maeşekî zêde ne, kir bê pere.

Qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi cih bûye, heta jê tê hewl dide şaredariya gel bike şaredariya dewletê.

Karê destpêkê yê qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, girtina saziyên ji bo jin, ciwan, çand, huner û karên civakî hatibûn vekirin, bû. Qeyûmê ku qîma xwe bi vê neanî, di serî de jin bi sedan mirovên li şaredariyê dixebitîn ji kar derxist. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DBP'yî beirya niha, hefteyê rojekê çûn û haitna bi otobsuên şaredariyê li jinan kiribû bê pere. Qeyûm ev xizmet jî betal kir. Qeyûmê Wanê ku weke dijminê jinan tê naskirin, li polîs, jenderme, malbatên xwe û karmendên bi maeşekî zêde li saziyên dewletê dixebitin, kir bê pere ku bi otobusên şaredariyê biçin û bên.

EV PÊKANÎN NE REWA YE

Serokê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Cahît Bozbay ê ji DBP'ê destnîşan kir, ku ev pêkanîna qeyûm ne ya qebûlkirinê ye. Bozbay got, "Em şaredariya gel bûn. Me hemû xizmetên xwe li gorî gelê xwe dikir. Bi taybetî li Wanê rêjeya jinên bêkar gelekî zêde ye. Weke Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji bo rojekê jî be me xwest bersivê bidin pêwîstiyên jinan. Qeyûm, piştî ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi cih bûye, yekser mafê çûn û hatina bi otobusan a jinan betal kir. Her wiha hemû saziyên jinan ên şaredariyê jî girt. Bi sedan mirov ji kar derxist. Ev pêkanîn teqez ne rewa ye."