Qeyûmê li Artemêtanê çav berdaye erdê gel

Dewleta Tirk ku qîma xwe bi desteserkirina şaredariya Artemêtanê neaniye, erdê gel weke cihê şêhkaniyê nîşan dide û dike malê dewletê. Erdê endamên AKP'ê jî weie qada bazirganiyê îlan dike û nirxên wê zêde dike.

Qeyûmê li navçeya Artemêtan a Wanê hatiye bicihikrin Atif Çîçeklî, navçeyê parsêl bi parsêl pêşkêşî AKP'yiyan dike. Çîçeklî xala 18'an bi kar tîne û gelek cihan ji bo lêkirina avahiyan vedike. Dikanên biçûk ên gel ên li perava Gola Wanê, bêyî guh bide biryara dadgehê, bi hinceta 'qaçax in' xera kir. Qeyûm Çîçeklî, niha jî ji bo bi endamên AKP'ê bide qezençkirin, serî li rêbazeke nû da.

Qeyûm Çîçeklî çav berdaye erdê gel. Çîçeklî heta niha beşek ji erdê welatiyan kiriye malê gel. Erdê endamên AKP'yiyan jî weke qada bazirganiyê îlan kir. Qeyûm erdê gel weke cihê şêhkaniyê, îbadetê û parkê îlan kir û bi vî rengî dixwaze bike malê delwetê. Çîçeklî guh nade biryara dadgehan û dixwaze 70 mîlyon TL bi endamên AKP'ê bide qezençkirin.

KARMENDÊN MÊTINGERIYÊ NE

Hevşaredara Artemêtanê Rojbîn Sevîl Çetîn li ser mijarê agahî da û anî ziman, ku ev karmendên dewletê yên dest danîne ser vîna gel, mîna ku siyasetmedar û şaredarên meşrû ne tevdigerin. Çetîn got, "Em qala karmendên mêtingeriyê dikin, ku fermanên desthilatdariya Erdogan a heyî bi cih tînin."

Çetîn diyar kir, ku qeyûm dikanên welatiyan ên li peravê Gola Wanê ji xafil ve xera kiriye û got, "Saziyên cemaweriyê hê jî perav dagir kirine. Parka Daristanê ya Ataturk tevî ku ya şaredariyê ye, radestî me nehate kirin. Niha qeyûm li gorî xwe bi kar tîne û pêşkêşî kargehên taybet dike. Bêyî ku biryara dadgehê bibîne, yekser beton li herêmê dirijîne. Li gel dijberiya gle jî, bêyî ku gel erê bike, milkên şexsî pêşkêşî saziyên cemaweriyê tên kirin. Qadên şexsî, qadên şênkahiyê vediguherîne qadên bazirganiyê yên AKP'yiyan. Erdê welatiyan jî dike qadên şênkahiyê. Dest datîne ser malên gel. Bi vî rengî dixwaze gelê navçeyê bide AKP'yî."