Qeyûmê li Şirnexê karkerên şaredariyê tevlî operasyonan dike

Qeyûmê ku Şaredariya Şirnexê dagir kiriye, karkerên şaredariyê dişîne herêma operasyonê û bi vî rengî xizmetê dide leşkeriyê. Wekî din, komeleyên ji aliyê endamên HUDA-PAR'ê ve hatine vekirin, ji aliyê şaredariyê ve tên fînansekirin.

Dewleta Tirk, ku li dijî ragihandina xwerêveberiyê Şirnex xera kir û şewitand, li gel vê hilweşandinê Hevşaredarên Şirnexê yên bi dengê gel hatine hilbijartin ji wezîfeyê girt û qeyûm danî şûna wan. Qeyûm jî şaredarî veguherand biryargeha şerê taybet û xwe li qadên şênkahî yên Şirnexê jî ranegirt.

MAEŞ DA MELEYÊN KURSÊN QURANÊ

Karê ewilî yê qeyûm jî, birrîna daran bû ku bi hinceta ewlekariya emniyetê ev yek kir. Li gel birrîna daran, bi hinceta ewlekariyê nahêle ku li bajêr dar bên çandin.

Qeyûm tevî HUDA-PAR'ê li bajêr kursên Quranê vekir û meleyên li van kursan dixebitin jî ji HUDA-PAR'ê neqand û mehane maeş dide wan. Ev endamên HUDA-PAR'ê yên maeşê xwe ji şaredariyê digirin, li kursên Quranê perwerdeya cîhadê didin. Qeyûm gelek pereyan dide Miftîtiyan û hemû çalakiyên miftîtiyan ên meha Remezanê ji budçeya şaredariyê pêk anî.

BUDÇEYA ŞAREDARIYÊ JI BO LÊÇÛNÊN 'EWLEKARIYÊ' TÊ BIKARANÎN

Hemû xizmetên çandî, civakî û perwerdeyî yên şaredariya DBP'ê, ji aliyê qeyûm ve hatin rakirin û li şûna wan xizmet ji hêzên dewletê yên derdikevin operasyonê û emniyetê re tê dayin.

Qeyûm ku hemû budçeya şaredariyê ji bo 'ewlekariyê' xerc dike, ti xizmetê ji bo gelê Şirnexê nake. Bi wesayitên şaredariyê jî li herêmên operasyonê rê çêdike, ji bo wesayitên zirxî jê derbas bibin.

KARKERÊN ŞAREDARIYÊ TEVLÎ OPERASYONAN DIKE

Karkerên şaredariyê, mîna endamekê artêşê dibe herêmên operasyonê û li vir dide xebitandin. Karkerekî Şaredariya Şirnexê, ku nexwest navê xwe eşkere bike, li ser birina wan a ji bo herêmên operasyonê ev agahî da:

"Bi fermana qeyûm me dibin herêmên operasyonê. Em li vê derê xizmetê ji leşkerên tevlî operasyonê bûne dikin. Em nan, avê dibin ji wan re, pêwîstiyên wan ên paqijiyê bi cih tînin û malzemeyan ji wan re dibin. Ji bo wesayitên leşkerî rê tên çêkirin, me jî di karê çêkirina rê de dixebitînin. Karek ji bo gelê Şirnexê nayê ikrin. Şaredarî weke biryargehê tê bikaranîn. Her tişt ji bo emniyet û leşkeriyê tê kirin."

LI ŞAREDARIYA ŞIRNEXÊ MECBÛRIYETA AXAFTINA BI TIRKÎ

Karkerekî din ê şaredariyê yê nexwest navê xwe eşkere bike, li ser rewşa li nava avahiya şaredariyê ev agahî da:

"Avahiya şaredariyê weke biryargehekê ye. Mîna ku ne avahiya şaredariyê ye, lê qereqola leşkerî ye. Wezîfedarekî normal nayê wê derê. Li nava şaredariyê hate qedexekirin ku bi Kurdî were axaftin. Karker nikarin di navbera xwe de bi Kurdî baxivin. Gel nayê şaredariyê. Mirovên tê jî nikare bi Kurdî baxivin. Bi Tirkî nizanibin jî li ser wan tê ferzkirin ku bi Tirkî baxivin."

TIRKÎTÎ LI SER GELÊ ŞIRNEXÊ TÊ FERZKIRIN

Karkerê şaredariyê ragihand, bi fînansmaniya qeyûm û bi pêşengiya endamên HUDA-Parê li Şirnexê Komeleya 15 Temmûz, Osmanli Ocaklari, Mîllî Degerlerî Korûma Dernegî hatine vekirin û got, "Hemû pêdiviyên van komeleyan ji aliyê qeyûm ve ji budçeya şaredariyê tên dayin. Kesên li van komeleyan dixebitin jî ji şaredariyê maeş digirin."

Karkerê şaredariyê destnîşan kir, ku yên di nava van komeleyan de dixebitin weke hêza mîlîs a rejîm AKP'ê tên perwerdekirin û anî ziman, bi rêya van komeleyan Tirkîtî li ser gelê Şirnexê tê ferzkirin. Karker da zanîn, ev ferzkirin di dema pêş de dibe ku veguhere zext û êrîşan.