Qeyûmê AKP'ê zextê li gel dike ku tevlî cenazeyên leşkeran bibe

Qeyûmê AKP’ê Cemîl Ozturk yê ku li Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê hate bicihirin, ji bo esnaf û welatiyên Wanê tevlî merasîmên cenazeyên leşkeran bibin, zextê li wan dike.

Roja 7'ê Tîrmeha 2017'an qeyûmê AKP’ê Cemîl Ozturk bi artêşa xwe ya polîsan re bi hinceta nûkirina kevirên kilît ê kuçeya Şemsiye serdana esnafan kir û li wan gef xwar. Ozturk got, "eger hûn tevlî cenazeyên şehîdan nebin, em ê kuçeyê nû çênekin û paqijiya kuçeyan nekin." 

Esnafên kolana Şemsiye jî nerazıbûn nîşanî qeyûm Ozturk dan û gotin, "Kesên ku hevşaredarên me xistin girtîgehê û niha jî xwe weke îradeya me nîşan didin, ew wan nas nakin." 

'HÛN TEVLÎ MERASÎMÊ NEBIN, EM KUÇEYÊN WE NÛ NAKIN'

Esnafê bi navê Kemal Levent anî ziman, ku ew naxwazin qeyûm serdana kuçeya wan bike û wiha axivî: "Qeyûm Cemîl Ozturk bila ji kerema xwe re serdana me neke. Em naxwazin wî li vir bibînin. Dema tê serdana esnafan, gefan li wan dixwe. Beriya çend rojan bi hinceta nûkirina kevirên kilît bi sedan polîsî hate kuçeyê. Der barê xebatên xwe de ti agahî neda û ji esnafan re got, hûn çima tevlî meresîma şehîdan nabin. Û ji me xwest ku em tevlî cenazeyên leşkeran bibin."

'EM DIZEKAN NAXWAZIN'

Esnafê bi navê M. Ş. jî nerazîbûn nîşanî nîşanî serdana qeyûmê Ozturk da û got: "Kesên îradeya me xesp kirin bila serdana me nekin. Em kesên dizek li vî bajarî naxwazin, em hevşaredarê xwe Bekir Kaya dixwazin. Qeyûm dibêje eger hûn tevlî meresîma cenazeyên leşker û polîsan nebin, em ji bo we ti xizmetê nakin. Ji xwe hûn ti xizmetê nakin. Xizmeta şaredariyên DBP’ê dikir jî we tev rawestandin. Em ê tevlî meresîma leşkeran jî nebin û em ti xizmetê jî ji we naxwazin."

Wekî din, diyar bû ku li ser cerdevanan jî hatiye ferzkirin ku eger cenazeyên leşker û polîsan hatin Wanê divê tevlî bibin, naxwe wê maeş nedin wan.