Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî
BI DÎMEN

'Qeyûm, li dijî Êzidiyan bingeha komkujiyeke nû ava dike'

Parlamenterê HDP'ê yê Êzidî Atalan da xuyakirin, ku qeyûm bi zanebûn Êzidiyên li kampê sirgûnî kampên alîgirê DAIŞ'ê lê ne, kiriye. Atalan got, bi vî awayî bingeha komkujiyeke nû hatiye avakirin.

Bi sedan Êzidiyên ji ber fermana 73'an ji neçarî Şengal terikandin û li kampa Şaredariya Yenîşehîrê ya DBP'yî diman, piştî ku şaredarî ji aliyê qeyûm ve hat desteserkirin, sirgûnî kampa Mîdyatê hatin kirin. Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdîn Alî Atalan bibîr xist, ku li vê kampê bi giranî Erebên Sûriyeyî, alîgirên çeteyên DAIŞ û El Nûsra dimînin û got, ev yek tê wateya afirandina bingeha komkujiyeke nû. Atalan destnîşan kir, wan ji bo Êzidiyan qadên nû yên karibin lê bijîn, ava kirine.

'ÊZIDÎ JI ŞAREDARIYA DBP'YÎ RAZÎ BÛN'

Atalan bibîr xist, piştî dagirkeriya DAIŞ'ê bi qasî 20 hezar Êzidiyên ji Şengalê derketin xwe li Bakurê Kurdistanê girtin û piştî rizgariya Şengalê piraniya wan vegeriyane cih û warên xwe. Atalan da zanîn, bi qasî 1200 Êzidiyên venegeriyan, li kampa Şaredariya Yenîşehîr a Amedê diman û di nava du sal û nîvan de ji Şaredariya Yenîşehîr razî bûn. Atalan got, "Civaka me ya Êzidî ji karê şaredariyê razî bû. Û nedixwest vê derê biterikîne."

'AKP BI ZANEBÛN ÊZIDIYAN DIŞÎNE KAMPÊN CÎHADÎST LÊ NE'

Atalan diyar kir, piştî ku Şaredaryên Amedê bi rêya qeyûm hatin desteserkirin, qeyûm weke karê destpêkê Êzidî ji vê derê derxist û got, "Civaka Êzidî dizane di navbera AKP û DAIŞ'ê de cudahî nîne. Ji ber vê yekê li dijî hewldana derxistina ji kampê li ber xwe dan. Nexwestin ji cihê lê diman derkevin. Ji ber ku dizanîbûn ku li kampên lê werin bicihkirin, sempatîzanên DAIŞ'ê û malbatên çeteyên DAIŞ'ê lê ne. Lewma nexwestin biçin, lê qeyûm bi zorê û bi xerakirina kampa wan civaka me ya Êzidî bir kampa li Mîdyatê."

Alî Atalan der barê kampa AFAD'ê ya li Mîdyadê, ku civaka Êzidî sirgûnî wê derê hat kirin agahî da û got, "Kampeke, ku bi taybetî alîgirên DAIŞ'ê û El Nûsra lê ne. Kesên li vê kampê ne cîhadîst in, ku bi dijminane nêzî civaka me ya Êzidî dibin. AKP'ê bi zanebûn civaka me ya Êzidî şand vê kampê û bi vî awayî bingehê ji komkujiyê ava dike."

Atalan her wiha da xuyakirin, ku kampa li Nisêbînê ya bi derfetên Neteweyên Yekbûyî hatiye vekirin, ji aliyê AKP'ê ve weke baregehek leşkerî tê bikaranîn û Êzidiyên li vê derê jî sirgûnî kampa li Mîdyatê hatine kirin. Atalan destnîşan kir, ev rewş li dijî peymanên navneteweyî ye.

'AKP MÎNA DAIŞ'Ê DIJMINÊ ÊZIDIYAN E'

Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan diyar kir, bi vê pêkanîna qeyûmê AKP'ê re derdikeve holê, ku AKP bi qasî DAIŞ'ê dijminê Êzidiyan û baweriya Êzidiyan e.

Atalan wiha dewam kir: "Bi dijminatiya li civaka me ya Êzidî re AKP'ê kampa Êzidiyan a li Amedê vala kir. Êzidî xist nava alîgirên çeteyan."

Alî Atalan anî ziman, Êzidî ji hikûmeta AKP'ê bawer nake û naxwaze biçe cihekî ji aliyê AKP'ê ve tê nîşandan.

'ÎŞKENCE LI ÊZIDIYAN TÊ KIRIN'

Parlamenter Atalan ragihand, kampa ku civaka Êzidî lê hatiye bicihkirin, di nava sîstemeke leşkerî de tê birêvebirin û ev nîzama leşkerî jî tenê li dijî Êzidiyan tê bikaranîn. Atalan da xuyakirin, personelên kampê bi rengekî welê nêzîk dibin, ku di asta heqareta li rûmeta civaka Êzidî, îşkenceyê dikin. Atalan anî ziman, kampa AFAD'ê ya Êzidî niha lê ne, li raya giştî hatiye girtin û got, "Ez weke parlamenterekî Êzidî nikarim bikevim nava vê kampê. Kamp li cîhana derve hatiye girtin. Ji vê yekê armanca wan çi ye? Gelo dixwazin ser kiryarên xwe yên li dijî civaka Êzidî bigirin?"

'ALTERNATÎFA ME AMADE YE'

Parlamenterê Êzidî Alî Atalan destnîşan kir, ku biryara herî rast a ji bo Êzidiyan vegera li Şengalê ye û diyar kir, ji bo yên venagerin jî wan li şûna kampên zilmê yên hêzên dewletê, alternatîf afirandine. Atalan got, "Projeya me ya gund heye, ku civaka me ya Êzidî hem dikarin bi hev re bijîn, hem jî ji hev cuda bimînin. Di çarçoveya projeya me de li gundên cuda yên Êzidiyan em qadên jiyanê ava dikin. Ji xwe em li gundê Korixê yê li navçeya Qûbîn a Êlihê, cihekî ku Êzidiyên li kampan dimînin dikarin lê bijîn, ava dikin. Ji bo vê alternatîfa me, derfetên madî hatine afirandin. Û eger bixwazin dikarin li vî gundî yan jî gundên din ên Êzidiyan bijîn. Di vî warî de wan alîkariyên pêwîst jî peyda kirine."

Atalan yekparebûna çar parçeyên Kurdistanê bibîr xist û diyar kir, Bakurê Kurdistanê welatê civaka Êzidî ye û çiqasî bixwazin dikarin lê bijîn.