Qeyûm komkujiya sirûştê dike

AKP’yiyê ku Şaredariya Bedlîsê desteser kirî bi hinceta vekirina rê bi hezaran dar birî û komkujiya sirûştê kir.

Bedlîs ku bi avaniyên xwe yên dîrokî û bi sirûşta xwe navdar e, welatê pêşiyê Kurdan Hurriyan û her wiha bi navê ‘’Bajar xweş ê li geliyê’’ jî tê zanîn.

Malên dîrokî yên kevrirî yên Bedlîsê nayên restorekirin, avaniyên li ser piyan mane jî ji hêla dewletê ve têne xirakirin. Li gel avaniyên dîrokî, daristanên li navenda bajêr jî dîsa ji hêla dewletê ve, bi hincetekê têne tinekirin.

DEMEKÊ LEŞKER Û NIHA JÎ QEYÛM

Li gel daristanên Sehî yên Bedlîsê bejahiyên Hîzan, Mutkî, Tetwan û Norşînê jî bi daristanan pêçayî ne. Daristan û sirûşta Bedlîsê salên 90’î dewletê gelek caran şewitand û tine kir. Li Hêlekê leşker daristanên Bedlîsê dişewitîne û li hêla dî jî qeyûm bi hinceta vekirina rê ya li navendê bi hezaran dar dibire.

Ji 2016’an ve, piştî ku qeyûm hate ser şaredariyê, şaredarî nebû ya gel lê bû ya dewletê. Bi taybetî jî van demên dawî qeyûm li tax û deverên bejahiyê bi hinceta rêyan daristananan tine dike. Bi sedan dar û deverên hêşîn bi kepçeyan hate tinekirin. Qeyûmê AKP’ê ku li Bedlîsê bi zanebûn vê polîtîkayê dike, dixwaze Bedlîsê bide valakirin.

 ‘ARMANCA VAN NE XIZMET E, TINEKIRINA SIRUŞTÊ Û DÎROKÊ YE’’

Bajariyan li dijî tinekirina daran hewlest nîşan dan û gotin ew ji AKP’ê û qeyûma wê xizmetê naxwazin. Kesekî ku ji ANF’ê re axivî û bi sedema ewlehiyê nexest navê xwe bide, got: ‘’Em gelê Bedlîsê ne ji AKP’ê û ne jî ji qeyûma wê tiştekî naxwazin. Ev 2 sal in dest li ser şaredariya me danîne.

Dema şaredariya DBP’ê şaredarî weke mala me bû. Lê niha şaredarî di xizmeta dewletê de ye. Van demên dawî bi hinceta vekirina rêyan bi hezaran dar birîn. Em jixwe baş vê hişmendiyê nas dikin. Armanca van ne xizmet e, dixwazin sirûştê û dîrokê tine bikin. Me nedîtiye ku heta niha dewletê li Bedlîsê karek kiriye. Em tenê şaredariya xwe ya desteserkirî dixwazin.’’