Qeyûm ji diziyê têr nabe

Qeyûmê AKP'ê ku ji roja dest daniye ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û vir ve ji gel didize, gelek kolan û zikakên li navendê kiriye otopart û bi vî rengî ji welatiyan dixwe.

Qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatiye bicihkirin, li gorî kêfa dilê xwe diziyê dike. Qeyûm, ku hemû derfetên şaredariyê ji bo AKP'ê û alîgirên AKP'ê bi kar tîne, gelek kolanên li navenda Wanê kiriye otopart û bi vî rengî ji welatiyan dixwe.

Hemû zikak û kolanên li navenda Wanê, bi taybetî kolanên Cûmhûriyet, Mereş, Îkînîsan û Îskele veguherandiye otoparkê. Welatiyên ku wesayitên xwe li van kolanan disekinînin, neçarin pere bidin. Bi vê yekê re, sekinandina wesayitan li hemû kolanên Wanê bûye bi pere. Welatiyên ji ANF'ê re axivîn gotin, qeyûm ji wan didize.

Welatiyan anî ziman, qeyûmê ku hemû çavkaniyên şaredariyê pêşkêşî AKP'ê û alîgirên wê kiriye, bê pere maye, lewma çav berdaye pereyên ge. Welatiyan gotin, "Şaredariya gelê me ji aliyê karmendên dewletê ve tê talankirin. Hemû çavkaniyên şaredariyê yên divê ji bo gel bên bikaranîn, di navbera alîgirên AKP'ê de hatine parvekirin. Qeyûm, ji ber ku hemû çavkaniyên şaredariyê çikandiye, niha jî çav berdaye bêrîka me. Ev pêkanîna vê dawiyê, ji bilî diziyê nayê wateya ti tiştî."

PIRSGIRÊKA TRAFÎKÊ WÊ GIRANTIR BIBE

Serokê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Cahît Bozbay destnîşan kir, ku bi avakirina parkên bi pere yên li nava kolanên li bajêr re pirsgirêka trafîkê ya li bajêr çareser nabe, berevajî bêhtir dixitime.

Bozbay bibîr xist, ku hemû karên dema şaredariya DBP'yî de ji bo sivikkirina trafîkê dihatin kirin, ji aliyê emniyetê ve timî hatin astengkirin û got, "Ji bo trafîka nava bajêr me gelek caran hevdîtin kirin. Lê timî ji me re gotin, 'trafîka bajêr ne qada berpirsyariya we ye'. Emniyetê di vî warî de timî pêşî li me girt û tiştek jî ji bo trafîkê nekir. Walîtiyê wê wextê trafîka bajêr ji me girt û radetî emniyetê kir. Ev pêkanînên li hemberî me, dema ku qeyûm li şaredariyê hatiye bicihkirin, berevajî bû. Bi qeyûm re xebatên li ser trafîka bajêr radestî şaredariya bi qeyûm hate kirin. Ji bo sivikkirina trafîka Wanê me gelek projeyên mezin amade kir, lê timî li pêşiya m bûn asteng. Di vî warî de nehiştin em bixebitin. Bi otoparkkirina kolanan re pirsgirêka trafîkê çareser nabe. Bi avakirina otoparkan bi xwe ancax çareser bibe."

Bozbay destnîşan kir, ku ev pêkanîn qanûnî nîne û got, "Bi vê rêyê, hewl didin pereyê ji gel kom dikin, rewa nîşan bidin."