Qeyûm hemû xebatên Şaredariya Erdîşê rawestand

Piştî ku Şaredariya navçeya Erdîş a Wanê bi rêya qeyûm hat desteserkirin, xizmetên rê, sererastkirina kolan û binesaziya navçeyê hatin rawestandin.

Qeyûm Mehmet Şirîn Yaşar xebatên rê yên taxên Adnan Menderes, Sahîlkent û Vanyoluyê rawestandin. Kolanên Erdîşê yên bi berfê hatine girtin nayên paqijkirin. Şêniyên navçeyê ji vê rewşê aciz e.

Welatiyên bi navê Hasan Tûrkuaz û Medîne Yaşar dan xuyakirin, ku piştî Şaredariya DBP'yî hate desteserkirin, hemû xizmetên şaredariyê hatine rawestandin.

Welatiyê bi navê Adnan Ataman jî diyar kir, beriya 11'ê Îlonê şaredariyê rêyên li taxa wan sererast dikir û got, "Piştî qeyûmê AKP’ê hate ser kar, hemû xebatên şaredariya me yên çêkirina rê û sererastkirina taxan hatin rawestandin. Li herêmê bê navber berf dibare û şaredarî rêyên me paqij nake. Li kûçeyan berf bûye qeşa û welatî gelek mexdûr dibin. Îro sê caran ez bi xwe li ser qeşayê ketime erdê. Divê mehê de ji ber ku berf qeşa girtiye nayê paqijkirin du jin û zarokek ketin erdê û destê wan şikestin."