Qeyûm firneya gel jî firot

Qeyûmê li navçeya Payîzava ya Wanê Osman Dogramaci, Firna Nanê Gel a di dema şaredariya DBP'yî de hate vekirin pêşkêşî şîrketekê kir û çav berda nanê li gel tê belavkirin.

Firneya Nanê Gel ku ji aliyê Şaredariya Payîzava ya DBP'yî ve hate vekirin, hem ji bo navenda navçeyê, hem jî ji bo herêmên Hoşap û Norduzê bi 50 qurişî nan belav dikir. Qeyûmê ku dest danî ser şaredariyê, çav berda nanê gel. Qeyûm, hema bêjin firne girt û ji ber vî karî lêpirsîn li şaredariya DBP'yî vekir.

Qeyûm Osman Dogramaci, piştî ku dest danî ser şaredariyê weke karê destpêkê yekser tabelayên Kurdî daxist xwarê. Navenda Tenduristiyê ya Mûharrem Taş girt. Saziyên ku di dema şaredariya DBP'yî de hatin vekirin, radestî weqfa ku keça Erdogan Sumeyya Erdogan seroka wê ye, kir.

Qeyûm Dogramaci qîma xwe bi vê jî neanî û Firneya Nanê Gel ku bi erzanî nan dida gelê xizan, girt. Dogramaci firne pêşkêşî şîrketeke dûvikê xwe ve kir û der barê serdema DBP'ê de lêpirsîn da destpêkirin. Qeyûm Dogramaci îdîa kir ku nanê li gel hatin belavkirin zerar daye cemaweriyê.