'Qeyûm bi taybet jinan dike hedef'

ÎHD'ê bal kişande ser êrîşkariya qeyûman a li ser vîna gel û got hevserokên jin bi taybetî dikin hedef.


Şûbeya Amedê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ji bo salvegera qeyûmên ku hatin ser şaredariyên Kurdsitanê daxuyaniyeke niviskî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin bi Rewşa Awarte re û piştî wê mafê hilbijartin û hilbijêrbûnê bi rengekî fiîlî ji holê hatiye rakirin û li nav civakê sehw hatiye çêkirin û hate gotin jiholêkirina mafê hilbijartin û hilbijêrbûnê sala 2016'anbi şandina qeyûm a li ser 95 şaredariyên DBP'ê dest pê kiriye.

Di daxuyaniyê de her wiha hate bibîrxistin ji hilbijartina 31'ê Adara 2019'an û wir ve li gel ku hatine hilbijartin bi hinceta ku BHQ'yî ne mazbata nedane 6 hevşaredaran û her wiha mazbate nedane 51 endamên Meclisa Şaredariyê û 4 endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr.

Bi berdewamî hate gotin bi îdîayên cihê 49 şaredar ji peywirê hatine standin û qeyûm li şûna wan hatine danîn û 31 şaredar hatine girtin.

ÎHD'ê her wiha got hevşaredarên jin ku bi vîna gel hatibûn hilbijartin ji peywirê hatine standin û li şûna wan qeyûm hatine danîn.