Qeyûm bazara gel jî firot

Qeyûmê li Geverê Bazara Gel bi 11 milyon û 900 hezar lîreyî firot, ku ev bajar di dema Şaredariya HDP'î de hate avakirin û milkê şaredariyê ye.

Qeyûmê ku li Şaredariya Geverê ya desteserkirî hate tayînkirin, bênavber malên şaredariyê difiroşe.

Şaredariya Geverê ku di dema destpêkê ya qeyûm de kete bin 680 milyon TL deyn, niha di bin deynekî ji 1 milyar TL de ye. Li navenda bajêr û taxên wê jî rê xerabe ne, pirsgirêka avê dewam dike.

Şaredarê Geverê yê HDP'î Îrfan Sari ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn, diyar kir ku şaredariya navçeyê xistine binê deynekî bi qasî şaredariyên bajarên mezin. Îrfan Sari got, "Di hilbijartinên bê de namzetên gel yanî namzetên HDP'î wê bi ser bikevin. Ji bo bikin ku şaredariyên HDP'î nikaribin kar bikin dixin binê deynan."

Sari bi bîr xist ku Bazara Gel ji aliyê şaredarê berê Hatem Îke ve hate avakirin û got, "Yên ku li Bazara Gel dixebitîn bi giranî mirovên hatineya wan kêm bû. Kesên li wir dixebitîn ji aliyê qeyûm ve ji kar hatin derxistin û piştre jî bazar hate xerakirin. Qad piştre ji aliyê midûriyeta karên paqijiyê ya şaredariyê ve dihate bikaranîn. Bazara Gel ku milkê herî mezin ê mayinde yê şaredariyê bû bi 11 milyon 900 hezar TL'î hate firotin. Em texmîn dikin ku deynê niha yê şaredariyê milyarek TL ye. Li şaredariyê rêveberiyeke eşkere nîne, lewma tiştek bi gel re nayê parvekirin."