Qeyûm 3 hezar çente da baskê AKP'ê yê jinan

Eşkere bû ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm dest daniye ser, 3 hezar çente firotiye Baskê AKP'ê yê Jinan.

Serokatiya Baskê Jinan ê AKP'ê yê Wanê par ji şaredariya qeyûm daxwaza 3 hezar çente kir ku di çalakiyên AKP'ê de bêne bikaranîn. Li ser vê daxwazê, şaredariya qeyûm ji Şîrketa Îdeal Çanta Derî Tekstîl, Sanayî Tîcaret Lîmîted  a nêzî AKP'ê 3 hezar çente peyda kir. Lêçûna çenteyên piştê nêzî 162 hezar TL bû. Pere ji vê fîrmaya alîgirê AKP'ê re di 27'ê Tîrmeha 2022'an hate dayin.

Miftîtiya Bajarê Wanê ya ser bi Serokatiya Karên Diyanetê jî ku li Tirkiyeyê xwedî budçeya herî mezin e, lêçûnên xwe dixe stuyê şaredariya qeyûm. Miftîtiyê nivîsek ji şaredariyê re şand û jê xwest ku kum û tîşortên ji bo 23.300 şagirtên mêr û 13 hezar û 111 şagirtên keç ên li qûrsên Quran û Mizgeftê ji aliyê serokatiya şaredariyê ve bêne dayin. Şaredariyê ev daxwaz qebûl kir û bi cih anî. Nayê zanîn ku çiqas kum û tîşort ji şagirtan re hate xwestin. Li gorî agahiyan, tê xwestin ji vê derê rantek bê bidestxistin û şagirt jî weke bahane têne nîşandan.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û şirîkê wî Devlet Bahçelî tevlî çalakiyên 26'ê Tebaxa 2023'an ên li Milazgirê bûn. Ji bo çalakî bi xurtî derbas bibe, ku par gelekî lawaz bû, gelek tedbîr hatin werirtin. Yek ji van tedbîran jî ew bû ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya di destê qeyûm de ye, bikeve nava liv û tevgerê. Şaredariya qeyûm bi daxwaza walîtiyê 300 wesayit kirê kir. Îhaleya vê yekê jî da fîrmayeke AKP'yî. Îhale bi 10 milyon TL'yî hate kirin.